HPG’ê 4 şehîd bi bîr anîn

Yekşem 2 Çile 2022 - 22:15

  • HPG’ê 4 gerîlayên sala 2016’an li Erziromê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anîn û got, “Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana Azad teqez xwedî li armanc û bibîranînên wan derkevin.”

HPG’ê 4 gerîlayên sala 2016’an li Erziromê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anîn û got, “Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana Azad teqez xwedî li armanc û bibîranînên wan derkevin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser 4 gerîlayên şehîd got, “Sala 2016’an hevrêyên me Dogan, Serhat, Agir û Andok bi rengekî fedayî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana Azad teqez xwedî li bibîranîn û armancên wan derkevin.”

HPG´ê ji bo şehîd Dogan Malzgîrt got, “Hevrêyê me Dogan li bajarê qedîm ê Serhedê li Milazgîrê ji dayik bû. Ew sala 2007’an tevlî nava refên gerîla bû û ji bo azadiya gelê me gava destpêkê ber bi têkoşîna bi rengê fedayî ve avêt. Bi qasî karên pratîkî yên rojane, hevrêyê me Dogan di nava perwerdeyê de jî kedeke mezin da, di felsefeya Rêber Apo de roj bi roj xwe kûrtir kir. Hevrêyê me Dogan gelekî bawer kir ku jiyana azad a bi rûmet a gelê me û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi têkoşîna gerîla ya bêeman a li dijî dewleta Tirk a mêtinger dibe. Ji bo bibe milîtanekî fedayî yê vî şerî bi xurtî hewl da. Wî her tim xwest li Bakurê Kurdistanê têkoşîna gerîla bimeşîne, ji bo vê jî israr kir. Bi kesayetiya xwe ya çalakger tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li mêtingeriya Tirk hate xistin û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi xurtî nîşan da.”

HPG´ê ji bo şehîd Serhat jî got, “Hevrêyê me Serhat hîn di ciwantiyê de rûyê qirker ê dewleta Tirk a dagirker nas kir û ji bo hesabê komkujiyên li gelê me hatine kirin bipirse û polîtîkayên qirkirinê têk bibe, sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Baweriya xwe bi wê anî ku çareserî bi xurtkirina şerê gerîla û têkbirina dijmin dibe. Lewma bi avantaja ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza.”

HPG´ê ji bo şehîd Agir Pasûr got, “Hevrêyê me dît ku xeta Rêbertiyê hêza çareseriyê ye û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Meyla hevrêyê me ya li ser qada leşkerî û bi pisporbûna xwe ya li gelek qadan, di xeta gerîlatiya profesyonel de timî xwe şareza kir. Tevî ku berê birîndar bû li qada Metînayê kar kir û bi biryardarî xwest ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê dewam bike. Sala 2016’an li ser pêşniyaza xwe çû Erziromê û mohra xwe danî binê pratîkeke xurt.”

HPG´ê ji bo şehîd Andok Mûş jî got, “Hevrêyê me Andok li Gimgimê ji dayik bû. Sala 2015’an cihê xwe di nava refên gerîla de girt. Hevrêyê me li cihê lê ji dayik bû û mezin bû, gerîlatî kir. Di nava şert û mercên herî giran de, di xeta şerê bi bandor ê li dijî dagirkeran û di jiyana şoreşgerî de ti carî tawîz neda. Tevlî gelek çalakiyan bû.”

HPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir: 

- Dogan Malazgîrt (Yakûp Soylemez) yê li Mûşê ji dayik bûye, 20’ê Mijdara 2016´an li Erziromê şehîd bû

- Serhat (Hakan Mahçûp) ê li Mûşê ji dayik bûye, 20’ê Mijdara 2016 li Erziromê şehîd bû

- Agir Pasûr (Bîlal Memîş) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Îlhan û Vehbî, 27’ê Cotmeha 2016´an li Erziromê şehîd bû

- Andok Mûş (Arof Tuzun) ê li Mûşê ji dayik bûye, kurê Elmas û Abdûrrahman, 27’ê Cotmeha 2016´an li Erziromê şehîd bû.

BEHDÎNAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.