Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, ev daxuyanî da û wiha got;

“Li dijî artêşa Tirk a dagirker, di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkoşîna me ya li seranserê Kurdistanê bêyî sekin berdewam e. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, êrîşên dijmin ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, bi berxwedana xwe ya di xeta fedaîtiyê de şikandiye û gelek berdêlan dide û di berxwedana xwe de israr dike û dikeve hewila bicihanîna soza tacîdarkirina têkoşîna bi rûmet a gel bi serkeftinê. Di vê têkoşîna me ya destanî ya bi qehremaniyên mezin de, Avesta Têkoşîn, meha Hezîranê ya sala 2023’yan, hevrêyên me Bawer Arîn û Zinar Serêçiya jî meha Tîrmehê ya sala 2023’yan şehîd bûn. Di serî de malbatên hevrêyên me Avesta, Bawer û Zinar ku pir girêdayê hevrêtiyê bûn û bêyî tirs têkoşiyan û şehîd bûn, bila serê hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be.

Hevrêya me Avesta di nava malbateke ji eşîra Dudêrî ya welatparêz li Sêrtê jidayîk bûye. Di sala 2014’an de li Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Avesta bi tevlêbûna xwe ya bi pêşengî bû mîlîtaneke mînak a YJA Star’ê, derbe li ser derbeyê li xeyalên dijminê dagirker xist. Hevrêyeke xwerû bû, di tevlîbûnê de bêyî teredud bû û bi serkeftinê gelek bawer bû. Weke mîlîtaneke YJA Star’ê ya pêşeng cihê xwe di nav têkoşîna me ya azadiyê de girt.

Hevrêyê me Bawer, di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Giravî li Wanê jidayîk bû. Di sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Bawer ku her kêliya xwe bi fedayîtî tekoşîn kir, ji bo bibe bersiva hemû hevrêyên me yên ku di tunelên şer de li berxwe didin û ji bo tola hevrêyên xwe yên di êrîşên dijmin de bi taybet li Metîna, Zap û Avaşînê şehîd bûne hilîne, şerekî bênavber meşand. Bi lehengiya xwe ya di şer de, bi hakimîyeta xwe li taktîkên gerîla û dilnizmiya xwe ya di jiyanê de bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî.

Hevrêyê me Zinar li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Zinar ê ku xwest bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê û têkoşîna hevrêyên xwe yên di tunelên berxwedanê, di nava tîmên bi tevger ên gerîla de derbasî qadên berxwedanê bû. Hevrêyê me ku li gelek qadên ku dijmin lê cih bûye, tev li gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, di her derbeya ku li dijmin dixist de zêdetir dihesiya ku nêzî hevrêyên xwe yên şehîd û Rêberê me dibe. Hevrêyê me Zinar ê ku bi çalakiyên xwe welê kir ku dijmin nikaribe xwe ji cihê xwe bileqîne, bû yek ji fermandarên ciwan ên şerê me yê azadiyê yê li dijî dijmin.

Agahiyên li ser nasnameya hevreyên me yên şehîd wiha ne;

Avesta Têkoşîn (Mizgîn Aşkara), li Sêrtê jidayîk bûye, Hezîrana 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

Bawer Arîn (Mesût Demîrkan), li Wanê jidayîk bûye, Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Zinar Serêçiya (Mihemed Abdulxanî), li Hesekê jidayîk bûye, Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN