HPG şehadeta Rûbar piştrast kir

Yekşem 12 Kanûn 2021 - 23:27

  • HPG'ê nasnameya gerîlayê li Rihayê şehîd bû, eşkere kir û got, "Hevrêyê me Rûbar bi têkoşîna xwe ya destanî ya 12 salan, wê çavkanî û meşaleya hevrêyên xwe be."

HPG'ê nasnameya gerîlayê li Rihayê şehîd bû, eşkere kir û got, "Hevrêyê me Rûbar bi têkoşîna xwe ya destanî ya 12 salan, wê çavkanî û meşaleya hevrêyên xwe be."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Hevrêyê me Rûbar Hebûn 7'ê Kanûnê li gundê Hacilar ê navçeya Hewagê ya Rihayê şehîd bû." 

HPGʼê ji bo şehîd Rûbar Hebûn got, "Hevrêyê me Rûbar gihîşt wê baweriyê ku li dijî dewleta Tirk a qirker, yekane rêya serxistina şerê azadî û hebûnê yê Kurdan, bi berxwedana gerîla dibe. 

Bi her awayî tevlî jiyana gerîla bû û di kedkarî, pêşengî û dilsoziya bi hevrêtiyê re sekneke mînak nîşan da. Ji Xakurkê heta Zagrosan li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erk û berpirsyarî rabû û bi rengekî serketî wezîfeyên xwe bi cih anîn.

Hevrêyê me Rûbar bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ku di wan de derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hatin xistin. Di asta pêşengiyê de gelek çalakî jî koordîne kirin. Gava faşîzma DAIŞ'ê sala 2014'an êriş bir ser xaka Başûrê Kurdistanê, wî rahişt çeka xwe û bû yek ji fedayiyên ku ber bi eniya herî pêş ve beziya. Li Mexmûr û Kerkûkê li dijî paşverûtiya DAIŞ'ê bi lehengî şer kir, birîndar bû.

Bi biryardarî hewl da ku tecrûbeyên wergirtî li ser bingeha rê û rêbazên serdema nû ya gerîla, li Bakurê Kurdistanê bixe meriyetê û çû herêma Rihayê, demeke dirêj li vê derê ma û xwe ji dijmin parast. Bi tena serê xwe gelek kar kirin û encamên gelekî girîng û hêja bi dest xistin. Dema ku bi erka xwe radibû di 7'ê Kanûna 2021'ê de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbata hêja, xelkê Rihayê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Rûbar Hebûn wiha hatin eşkerekirin:

- Rûbar Hebûn (Ferhat Tunç) ê li Rihayê ji dayik bû, kurê Remziye û Kemal  

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.