HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye;
"Artêşa Tirk 11 meh û 20 rojî, yanî 353 rojan bi çekên kîmyewî û qedexekirî, bi hemû defretên xwe bi hemû hêza xwe êrişî çeperên me yên berxwedanê kir, lê belê tevî vê yekê jî nekarî çepera berxwedanê ya Kela Çemço bixîne. Berxwedêrên Kela Çemço bi rêbaza şer a xwe dispêre gerîlatiya tîm a pispor performanseke serketî nîşan dan û kirin ku dijmin zerareke mezin bide. Fermandariya me ya sewk-îdareyê ku ev berxwedan bi rê ve bir, biryar û talîmat da û li ser vê yekê berxwedêrên li vê derê 4'ê Nîsanê ji Kela Çemço çûn. Lê belê piştre di 7'ê Nîsanê de li qada berxwedanê ya Sacayê li qadê li dagirkeran rast hatin, di encama êrişa artêşa Tirk de şer qewimî, 2 kesan xiyanet kir, lê belê hevrêyê me Botan Goyî bi fedaîtî li ber rabû, şer kir û şehîd bû. Xiyaneta du kesan ti carî nikare berxwedana mezin a 353 rojan a li çeperê berxwedanê yê Kela Çemço tarî bike.
Fermandariya me biryar da
Li vî çeperê me ti windahiyên me nebûn û zehmetî jî nehate kişandin. Lê belê di çarçoveya biryara bêçalakîtiyê ya tevgera me de ji bo zorê nede şert û mercên siyasî, fermandariya me ya sewk-îdareyê ya ku berxwedanê bi rê ve dibe, biryareke bi vî rengî da. Di 4'ê Nîsanê de em bi înîsiyatîfa xwe ji çeperê berxwedanê yê Kela Çemço çûn. Artêşa Tirk jî piştre bi serkêşiya du xayinan ketin çeperê berxwedanê ya Kela Çemço û ev yek ji xwe re kir propaganda û mîna serketinekê hewl da nîşan bide, ku ev yek bi tena serê xwe nîşaneya têkçûna wan e. Piştî ku teqez misoger kir ku di hundir de ti gerîla nîne, piştî du hefteyan karîbû bikeve çeperên gerîla.
Hevrêyê me Botan Goyî li malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz a herêma Botanê ji dayik bû. Malbata wî ku ji gundê Hilalî yê Qilabanê ye, neçar ma ku koçî Başûrê Kurdistanê bike û li Zaxoyê bi cih bibe. Hevrêyê me Botan li Zaxoyê mezin bû, zarokatî û ciwantiya xwe li vir derbas kir. Di 1'ê Hezîrana 2018'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Di pêvajoya têkoşîna şoreşgerî ya pênc salan de bêteredût ji îdeolojiya Apoyî bawer kir, ji bo serketina doza me ya azadiyê bi her awayî fedakarî kir.
Li Tendurekê 2 gerîla şehîd bûn
Li gel biryara bêçalakîtiyê ya tevgera me jî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst êrişan dewam dike. Di 16'ê Nîsanê de li qada Tendurekê ya Serhedê li hemberî 2 hevrêyên me yên li ser wezîfeya xwe, artêşa Tirk a dagirker êriş kir û şer qewimî. Di vî şerî de Fermandara Fedaî hevrê Hêjar û Bager şehîd bûn.
Hevrêya me Hêjar li bajarê Erdexenê di nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di sala 2005'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêya me li hemberî êrişên mêtingeriyê xwe di xeta Apoyî de kûr kir, jinûve afirand û weke milîtan û fermandara YJA Starê ya fedaî ya demên zehmet, her tim li pêş bû û derbên giran li dagirkeran xist. Her kêliya 18 salên gerîlatiyê di nava berxwedan û têkoşînê de derbas bû, bû milîtan û fermandareke mînak.
Malbata hevrêyê me Bager jî weke malbateke hêja ya Qelqeliyê xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derket û di vê oxirê de berdêl da. Di sala 2019'an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi biryardarî û hêviyeke mezin çû Serhedê, bû nûnerekî girîng ê milîtaniya Apoyî û di 16'ê Nîsana 2023'an de li qada Tendurekê di şerê li dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û tevî hevrêya me Hêjar şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd bûne û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan ev in:
Botan Goyî (Bîlal Mihemed Elî), li Zaxo jidayîk bû, 7’ê Nîsana 2023’an li Zapê şehîd bû.
Hêjar Zozan (Sevîlay Akyildirim), li Erdexanê jidayîk bû, 16’ê Nîsana 2023’an li Serhedê şehîd bû.
Bager Baz (Orhan Kalabalik), li Wanê jidayîk bû, 16’ê Nîsana 2023’an li Serhedê şehîd bû.
BEHDÎNAN