HPG: Fermandar Şiyar Efrîn şehîd bû

În 20 Îlon 2024 - 16:15

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Hevrêyê me Şiyar dema ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me erka xwe bi cih dianî û bi awayekî fedaiyane dixebitî, di Tîrmeha 2024’an de di encama êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe’’ û sersaxî  malbatê, gelê Efrînê û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin,“Hevrêyê me Şiyar perwerdeya xwe ya destpêkê ji Rêber Apo girt û dest bi meşa xwe ya şoreşê kir. Ji çiyayên Zagrosê heta çiyayên Botanê li gelek herêm û eyaletên Kurdistanê gerîlatî kir. Bi tecrubeya xwe ya bi salan, di fermandariyê de kûr bû û berpirsyarî girt ser xwe. Dilnizmiya xwe ya zêde û meziyetên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de pêk anî û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrê Şiyar ku şoreşgerê demên ku şert û mercên wê zehmet, derfetên wê kêm û berpirsyariyên wê giran e, her wezîfeya xwe ya di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi eşq, xwestek û biryardariyeke mezin bi cih anî. ‘’

Fermandariya Rêveberiya Xweser kir
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bi domdarî got,’’Milîtaniya fedayî ya Apoyî esas girt û ji şervantî heta endamê fermandariya herêm, eyalet û qadê di her astê de wezîfe meşand. Fermandariya Berxwedana Rêveberiya Xweser kir ku yek ji lûtkeyên têkoşîna xweparastinê ya gelê me ye. Ji destpêk heta dawiyê di her safhaya vê berxwedana dîrokî de cih girt û bû sembola wêrektiya xurt a milîtaniya fedayî ya Apoyî. Hevrêyê me Şiyar di meşa xwe ya şoreşê ya 30 salan de şoreşgeriyeke xurt, sekneke bêteredut, baweriyeke bilind û serketinên mezin raber kir û ji wêrektiya xwe ti carî tawîz neda û şehîd bû. Meşa destanî ya 30 salan a fermandarê fedayî hevrê Şiyar wê her tim ji aliyê ciwanên Kurd ên esil û hevrêyên wî ve mînak bê girtin û wê teqez meşa me ya Rêbertiya Azad Kurdistana Azad bigihînin serketinê. Ku fermandar Şiyar ji bo vê meşê hemû jiyana xwe û canê xwe feda kir.
Em ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Şiyar Efrîn, gelê me yê Efrînê yê cefakar û hemû Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

1994’an tevlî nav refan dibe
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniyê de derheqê Fermandar Şiyar Efrîn de got,’’Hevrêyê me Şiyar Efrîn jî ewladê ewladê me yê Efrînê ye. Efrînê ew ji nava dilê xwe derketiye û bi paqijî û cewhera xwe ve mezin kiriye. Hevrê Şiyar ku li Efrînê hatiye dinê, ji ber zextên rejîma BAAS’ê neçar maye tevî malbata xwe koçî Helebê bike û li wir mezin bibe. Hevrê Şiyar ê ku zîrek û jêhatî ye, dibistana amadeyî qedand û çû zanîngehê. Dema di nav ciwanên xwendewan de bû, Apoyiyan ji nêz ve nas dike û sala 1994’an tevlî kar û xebatên siyasî bû. Hevrê Şiyar şoreşgerekî bi zane bû û dibistana rejîmê û hemû derfetên madî yê jiyana pergalê da aliyekî û bû neferekî têkoşîna azadiyê. Bi qasî salekî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz meşand û şûnve di sala 1995’an de biryara bûyîna şoreşgerek pispor da û tevlî PKK’ê bû.’’

Gelek tişt da qezenckirin
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin,’’Hevrêyê me Şiyar bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku di sala 1994’an de da destpêkirin û 30 salan bê navber da meşandin, gelek tişt bi gelê me û tevgera me da qezenckirin û bû wesîleya serkeftinên mezin. Hevrêyê me ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelek dihat hezkirin, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya ji çiyayên Zagros heya çiyayên Botan û Herêmên Parastinê yên Medayayê li her derê, navê xwe di dil, bîr û têkoşîna birûmet a gelê me de bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Hevrêyê me Şiyar dema ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me erka xwe bi cih dianî û bi awayekî fedaiyane dixebitî, di Tîrmeha 2024’an de di encama êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe."

Agahiyên derbarê Fermandar Şiyar Efrîn:
Nasnav: Şiyar Efrîn
Nav û Paşnav: Lokman Îsmaîl
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik – Bav: Emîne – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Tîrmeha 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
BEHDÎNAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.