• Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Hevrêyên me yên li Geverê, bûn parçeyekî girîng ji berxwedana rûmetê û serketinê û tevlî gelek çalakiyên serketî bûn ên ku derbên giran li dagirkeran xistin.

Nasnameyên 3 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Geverê ya ser bi Colmergê şehîd bûn, hatin eşkerekirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Hevrêyên me yên li Geverê, bûn parçeyekî girîng ji berxwedana rûmetê û serketinê û tevlî gelek çalakiyên serketî bûn ên ku derbên giran li dagirkeran xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî van çalakiyan hejiya, mîna her carê dest bi bikaranîna rêbazên nemerdane kir. Tîrmeh û Tebaxê di bombardûmana dijmin û şer de ji pêşengên meşa me ya serketinê hevrêyên me Rojda, Zana Vejîn û Serhat şehîd bûn."

HPG´ê ji bo Rojda Cûdî got, "Hevrêya me Rojda tevlîbûna li nava refên gerîla weke ‘gavek ji bo jiyana azad û bi wate’ nirxand û her kêliya li nava refên gerîla, li gorî vê tespîta xwe bû. Hevrêya me Rojda ji bo perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî jina azad fêhm bike û bixe meriyetê, timî xwe perwerde kir. Hevrêya me Rojda li herêma Geverê li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gel û tevgera me bersivên herî tund dan. Tevlî gelek çalakiyên bi bandor ên li herêma Geverê bû û bi pratîka xwe bersiv da berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên serdemê."

HPG´ê ji bo Zana Vejîn got, "Hevrêya me Zana Vejîn li dijî qirkirina gelê Kurd bi dstê dewleta Tirk tevlî nava têkoşîna çekdarî û refên gerîla bû. Hevrê Zana Vejîn bi baweriyeke mezin bi şerê gerîla ve hate girêdan û gihîşt wê baweriyê ku divê gelê me bi vê têgihiştinê tevbigere û tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî, Şoreşa Kurdistanê dikare pêk were. Wê her wiha di Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo de jî xwe kûr kir û ji aliyê fikrî ve xwe şareza kir. Hevrêya me Zana Vejîn bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar li her warî bi erkên pêşengiyê rabû û hewl da wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih bîne."

HPG´ê ji bo Serhat Tolhildan jî got, "Hevrêyê me Serhat sala 2013’an tevlî nava refên grîla bû, tecrûbeya xwe ya jiyanê bi rastiya gerîla re kir yek û bi vî rengî bû gerîlayekî şareza. Wî giraniya berxwedana awarte ya Rêber Apo ya li Îmraliyê di her kêliyê de hîs kir, ji bo bibe milîtanekî hêjayî vê berxwedanê li qadên leşkerî û îdeolojîk xwe bi pêş xist. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên çav berdan destketiyên gelê me, li dijî dijmin tevlî gelek şer û çalakiyan bû. Hevrêyê me Serhat di têkoşîna sade û kedê de bi sekna xwe ya bêtawîz û dilsoziya xwe ya parastina nirxên şoreşê, bû mînak ji hevrêyên xwe re û wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih anîn.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Rojda, Zana Vejîn û Serhat, û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku armanca şehîdên xwe yên leheng a ji bo afirandina cîhaneke hîn baştir, bi serketinê tacîdar bikin."

Şehîdên Geverê


HPG´ê nasnameyên şehîdan wiha eşkere kirin:

* Rojda Cûdî (Sîhem Şêx Kamber) a li Efrînêî ji dayik bûye, keça Lamîa û Asmen, 5’ê Tebaxa 2021´ê li Geverê şehîd bû
* Serhat Tolhildan (Vedat Demîr) ê li Êlihê ji dayik bûye, kurê Zekiye û Eşref, 3’yê Tîrmeha 2021´ê li Geverê şehîd bû
* Zana Vejîn Gever (Zana Kiliçoglû) a li Colemêrgê ji dayik bûye, keça Gulsun û Nezîr, 5’ê Tebaxa 2021´ê li Geverê şehîd bû