HPG'ê şehîdên Botanê bi bîr anîn
Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 22:36
- HPG'ê 4 gerîlayên li Botanê sala 2020’an şehîd bûn, bi bîr anîn.
HPG'ê 4 gerîlayên li Botanê sala 2020’an şehîd bûn, bi bîr anîn.
HPG´ê got, “Hevrêyên me Gulbahar, Rizgar, Devran û Dijwar di Îlona 2020’an de li qada Kato Marînos a herêma Botanê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne nû zelal bû. Em sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja, gelên Kurd û Ermen ên welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku hevgirtina azad û biratiya gelan teqez pêk bînin ku armanca şehîdên me bû.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne:
- Gulbahar Çirav (Zozan Şalci) a li Sêrtê jki dayik bûyî, keça Behiye û Remzî, Îlona 2020´an li Botanê şehîd bû.
- Rizgar Serhat (Bedirxan Pala) yê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Beyaz û Hasan, Îlona 2020´an li Botanê şehîd bû.
- Devran Rûbar (Mûrat Maysan) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Melîha û Fettah, Îlona 2020´an li Botanê şehîd bû.
- Dijwar Mazlûm (Abdûlkadîr Aktoga) ê li Êlihê ji dayik bûye, kurê Melîke û Şakir, Îlona 2020´an li Botanê şehîd bû.
BEHDÎNAN