HPG'ê şehîdên Amedê bi bîr anî

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 02:55

HPG'ê 3 gerîlayên di 13'ê Sibata 2020'î de li Amedê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got:"Di ruhê fedaîtiyê yê Apoyî de xwe kûr kirin, di gerîlatiyê de xwe şareza kirin û bêteredût şer kirin." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdên Amedê daxuyaniyek da û wiha got:’’Hevrêyên me Rodî Baz, Çiyager Batman û Çiyager Pasûr 13’ê Sibata 2020’an li eyaleta Amedê di pêvajoya zivistanê de di encama komployeke şehîd bûn. Hevrê Rodî û her du hevrêyên Çiyager zarokên leheng ên bi hişmendiya kûr a têkoşînê û hestên bilind ên welatparêziyê yên gelê me yê Amed û Êlihê mezin bûn. Hevrêyên me yên ku bi hest û hizrên herî paqij mezin bûne, li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê me bê bertek neman, êşên gelê me di dilê xwe de hîs kirin û bi evîneke mezin tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Hevrêyên me yên ku tevlî şerê germ ê li çiyayên Bakurê Kurdistanê bûn, bi îradeyeke mezin di şert û mercên herî zehmet û bêderfetiyan de têkoşiyan. Hevrêyên me yên milîtanên Apoyî yên bijarte û ji hev du hêjatir, şoreşgerên bibiryar bûn ku ji bo siberoja azad a gelê me wad didan. Tevî ku em xemgîn in hevrêyên me yên hêja di encama komployeke de şehîd bûn jî, tola wan hatiye rakirin û xwîna wan li erdê nemaye. Em soz didin ku em ê her tim hevrê Rodî û her du hevrêyên bi navê Çiyager di şer û jiyanê de mînak bigirin û bîranînên wan bidin jiyîn. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêyê me Rodî li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Rodî hem bi helwesta xwe ya milîtanî ya di jiyanê de hem jî bi wêrekiya xwe ya di şer de hêz û moral dida hevrêyên xwe, di kesayeta xwe de felsefeya Apoyî temsîl dikir.

Hevrêyê me Çiyager Batman li bajarê Êlihê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me heta nefesa xwe ya dawî li Bakurê Kurdistanê gerîlayek û parêzvanekî bêhempa yê xeta Partiyê bû, bi hevrêtiya xwe ya pak, paqij û durist cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. 

Hevrê Çiyager li navçeya Pasûr Amedê di malbeteke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bi saya kesayeta xwe ya têgihîştî û fêmkirî di her warî de alîkariya hevrêyên xwe dikir û ji bo pêşketina wan çi ji destê wî dihat kir û dizanî bê ku têkiliyên xurt ên hevaltiyê encax bi kedeke bêhesab pêkan e."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûne wiha ne:

Rodî Baz (Jiyan Gulten), li Amedê jidayîk bûye, 13’ê Sibata 2020’an li Amedê şehîd bû.

Çiyager Batman (Muhammed Şirîn Demîr), li Êlihê jidayîk bûye, 13’ê Sibata 2020’an li Amedê şehîd bû. 

Çiyager Pasûr Amed (Mesut Yildirim), li Amedê jidayîk bûye, 13’ê Sibata 2020’an li Amedê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.