- HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên 5'ê Kanûnê li Dersimê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Em soz didin ku tola hevrêyên xwe hilînin."
HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên 5'ê Kanûnê li Dersimê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Em soz didin ku tola hevrêyên xwe hilînin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker destpêka Kanûnê li Dersimê dest bi operasyonên berfireh kir. Di navbera hêzên me yên gerîla yên li deverê û dagirkeran de şer qewimî. Li sêgoşeya Gamir, Balîka û Nenkanê ya herêma Pulurê, di encama şerê giran de 8 hevrêyên me yên leheng, şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker her çend ragihandibe ku di vî şerî de leşkerekî Tirk ê dagirker hatibe cezakirin jî hejmara dagirkerên hatine cezakirin gelekî zêdetir e."
HPG´ê ji bo şehîd Munzur Dersim got, "Hevrêyê me Munzur li Dersim-Pulurê ji dayik bû. Ji bo bibe parçeyek ji têkoşînê sala 2008'an tevlî nava refên gerîla bû. Heta sala 2011'an li gelek deverên Başûrê Kurdistanê gerîlatî kir. Sala 2011'an weke gerîlayekî azadiyê berê xwe da warê ku lê ji dayik bû.
Hevrêyê me Mûnzûr ku dilê xwe bi hezkirina xak, mirov û hevrêtiyê tijî û dagirtî bû, her kêliya xwe bi dilsoziya bi Seyîd Riza, Alîşer û Besêyan, bi dilsoziya bi hevrêyên me Baran û Atakan, bi dilsoziya bi şehîdên Kurdistanê bihurand."
HPG´ê ji bo şehîd Veroz Munzur jî got, "Hevrêya ma Veroz, li Dersim-Pulurê ji dayik bû. Di dema xwendina li Zanîngeha Enqereyê de bi karên xwe yên şoreşgerî yên serketî bandoreke mezin li ciwanên zanîngehê kir. Sala 2013'an berê xwe da çiyayên Munzurê û li xaka ku lê ji dayik bû û ked da, vê carê weke gerîlayeke azadiyê dest bi têkoşînê kir. Tevlî gelek çalakiyên serketî yên li dijî dijmin bû û kûrbûna xwe xiste pratîkê, bû fermandareke pêşeng a YJA Starê. Herî dawî bi wezîfeya Fermandariya YJA Starê ya herêma Pulurê tevdigeriya."
HPG´ê ji bo şehîd Jînda Gabar got, "Hevrêya me Jînda li yekê ji metropolên Tirkiyeyê li Mûglayê ji dayik bû. Sala 2012'an tevlî nava partiyê bû. Li çiyayên Kurdistanê li Zagrosan û Garê xebitî. Ji aliyê leşkerî ve perwerdeya sekvaniyê wergirt û di sekvaniyê de xwe bi pêş ve bir. Sala 2013'an pêşniyaz kir ku ji bo karibe di Şerê Gel ê Şoreşgerî de çalaktir be biçe herêma Dersimê."
Ji bo şehîd Baz Colemêrg jî HPG´ê got, "Hevrêyê me Baz li nava eşîra Pinyanîşê ya welatparêz bi dilsoziya bi nirxên civakî yên Kurd mezin bû. Tevlî nava Tevgera Ciwanên Apoyî bû û 6 salan kar kir. Sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû. Li Heftenîn, Qendîl û Zagrosê piştî ku kar kir, gerîlatiya serdema nû ji xwe re kir esas û kete nava kûrbûneke leşkerî û îdeolojîk û xwe ji gerîlatiya Bakur re amade kir. Ji bo şerê gel ê şoreşgerî bixe meriyetê sala 2014'an çû Dersimê. Li qada Dersimê 7 salan weke fermanderekî pêşeng wezîfe kir."
HPG´ê ji bo şehîd Nûda Karker got, "Hevrêya me Nûda li navçeya Elbakê ya Wanê ji dayik bû. Sala 2008'an tevlî nava refên gerîla bû. Li çiyayên Kurdistanê li gelek herêman wezîfe kir û sala 2014'an ji ber êrişên giran ên DAIŞ'ê ji bo parastina gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi fedakariyeke mezin berê xwe da Kerkûk û Mexmûrê. Sala 2016'an ji bo di taktîka gerîla ya serdema nû û Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi roleke çalak rabe çû Dersimê."
HPG´ê ji bo şehîd Rojîn Xweza got, "Ji ber Kurdbûn û Elewîbûna êrişên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin zêdetir li malbata wê bûne. Sala 2014'an tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêya me Rojîn ji Dersimê tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêya me Rojîn bi tevlêbûna nav gerîla, bi perwerdehiya Rêbertî rastiya jinê û rastiya xwe fêhm kiriye. Tevlî gelek çalakiyan dibe ku di wan de derbê li dijmin dixin."
HPG ji bo şehîd Şervan Partîzan dibêje, "Hevrêya me Şervan li Amed-Farqînê ji dayik bûye. Sala 2009'an piştî ku kurapê xwe şehîd dikeve, dikeve nava xebatên ciwanan, 2015'an tevlî nav refên gerîla dibe. Piştî bi 2 mehan diçe Dersimê, pratîka pêşî ya gerîlatiyê li wir dike. Pir girîngî daye bi pisporbûnê, teoriya ku di gerîlatiyê de bi dest xistî li dijî dijmin kiriye yek û bûye hevrêya me ku rastiya xwe û gotina xwe yek be."
HPG´ê ji bo şehîd Azad Wan jî got, "Hevrêyê me Azad li navçeya Qelqelî ya Wanê ji dayik Bûye. Sala 2015'an piştî ku kurapê wî şehîd dibe, biryar li ser dide ku tevlî nav refên partiyê bibe. Di şertên Bakur de û di şertên giran ên şer de hem jiyana partiyê û hem gerîlatiyê hîn dibe. Di jiyana têkoşînê ya 6 salan de ji heqî gelek zor û zehmetiyan derdikeve."
Nasnameya şehîdan
HPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:
* Munzur Dersim (Cîhan Soylemez) ê li Dersimê ji dayik bûye, kurê Bezî û Mustafa * Veroz Munzur (Çagla Yeleser) a li Dersimê ji dayik bûye, keça Gultaze û Celal * Nûda Karker (Guler Karaer) a Wanê ji dayik bûye, keça Hazal û Marûf * Baz Colemêrg (Nevzat Demîr) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Meryem û Abdulvahît
* Jînda Gabar (Mîhrîban Ata) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Binevş û Ramazan * Rojîn Xweza (Hasret Ulger) a li Semsûrê ji dayik bûye, keça Zeynep û Kemal * Şervan Partîzan (Nîmet Arşîmet) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Besiya û Fevzî * Azad Wan (Akîf Bedir) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Gulten û Bayram
BEHDÎNAN