HPG'ê 5 gerîlayên ku sala 2018'an li Wan, Besta û Geverê şehîd bûn, bi bîr anîn û got, "Hevrêyên me Şahan, Egîd, Mazlûm, Dara û Sofî sala 2018'an pêşengî ji berxwedanê re kirin û şehîd bûn. Em soza xwe ya dilsoziya bi armancên wan re dubare dikin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, “Sala 2018'an ji bo dîroka me ya têkoşînê saleke girîng bû ku êrişên dijmin hingî berfireh bûn. Di nava vê salê de dewleta Tirk a qirker xwest tevgera me bi temamî tesfiye bike, bi vê armancê êrişên berfireh kirin. Destpêka sala 2018'an berê çeteyên xwe da Efrînê û bi vî rengî çav berda destketiyên gelê me. Piştre jî êriş bire seranserê Kurdistanê û xwest tevgera me bi temamî tesfiye bike. Lê belê artêşa Tirk a mêhtinger li gel piştgiriya hêzên navneteweyî jî nekarî li hemberî îradeya ji pola ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ser bikeve ku ev îrade bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo afiriye. Di têkbirina polîtîkayên qirêj ên dijmin de bêguman sekna fedayî ya şehîdên me yên leheng diyarker e. Lehengên ku hêviya serketinê ya heyî afirandine şehîdên me ne. Ji şehîdên me yên leheng hevrêyên me Şahan, Egîd, Mazlûm, Dara û Sofî sala 2018'an pêşengî ji berxwedanê re kirin û şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd, careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi armancên wan wan re dubare dikin.”
HPG´ê nasnameyên şehîdan wiha eşkere kirin:
- Şahan Cîlo (Bariş Demîr) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Gulîzar û Mehmet Alî, 6'ê Tîrmeha 2018´an li Wanê şehîd bû.
- Egîd Tolhildan ê li Wanê ji dayik bûye, 1'ê Tebaxa 2018´an li Bestayê şehîd bû.
- Mazlûm Tûfan (Mazlûm Kizil) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Nûrê û Mûrat 9'ê Tîrmeha 2018´an li Bestayê şehîd bû.
- Dara Serhildan (Fatîh Îpekten) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Selîme û Mehmet Şerîf, 9'ê Tîrmeha 2018´an li Geverê şehîd bû.
- Sofî Berbang (Ensar Duşkun) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Sidika û Selahattîn, 1’ê Tebaxa 2018´an li Geverê şehîd bûye.
BEHDÎNAN