HPG'ê ragihand ku gerîlayên wê Delîla, Kawenda, Sara û Êriş sala 2018`an di bombarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne.  Wê got, “Hevrêyên me bûne sembolên stêrk ên berxwedana me ya pîroz.''

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê dibêje, ''30'ê Cotmeha 2018'an di bombebarana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Delîla, Kawenda, Sara û Êriş şehîd bûne."

HPG'ê ji malbatên gerîla Delîla, Kawenda, Sara û Êriş re sersaxî xwest û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Em sond dixwin ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bi serfiraziyê tacîdar bikin.''

Nasnameyên şehîdan wiha ne:
- Kawenda Serhat (Kader Selvî) ya li Mûşê jidayikbûyî
- Êriş Tolhildan Akçira (Bilal Balikçi) yê Bedlîsê jidayikbûyî
- Sara Savuşka Bozan (Kiymet Kaya) ya li Mêrdînê jidayikbûyî
 - Delîla Çiya (Nezife Bilixkanlu) ya li Makuyê jidayikbûyî.

NAVENDA NÛÇEYAN