HPG'ê 5 gerîlayên sala 2017´an şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anîn û got, "Em careke din soz didin ku bêhesab li ser rêya azadiyê ya şehîdên xwe yên qehreman bimeşin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, “Sala 2017'an hevrêyên me Bişeng, Çiya, Serhed, Rêber û Amed di dem û cihên cuda de şehîd bûn û bûn xelekên herî hêja yên vê berxwedana destanî. Li hemberî êrişên dewleta Tirk a mêtinger, van hevrêyên me yên hêja li çeperên xwe mîna fedaiyan heta nefesa xwe ya dawî şer kir. Serê malbatên hêja yên hevrêyên me Bişeng, Çiya, Serhed, Rêber û Amed û serê gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be. Em careke din soz didin ku li ser xeta azadiyê ya şehîdên xwe yên qehreman bêhesab bimeşin.”
HPG´ê ji bo şehîd Bişeng Rojdem Giravî got, “Malbata hevrêya me Bişeng berê li Elkê dima, ji ber komkujiyên dijmin, neçar ma koçî Wanê bike. Sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû ku têkoşîna me ji bo xwe weke serdemeke girîng pênase kir.
Hevrêya me Bişeng li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir, destpêkê li vê derê îdeolojiya azadiyê hîn bû. Di salên 2016 û 2017'an de tevlî pratîka şer a giran bû, di nava gelek çalakiyan de weke milîtaneke YJA Starê bi erka pêşengiyê rabû.”
HPG´ê ji bo şehîd Çiya Roza jî got, “Hevrêyê me Çiya li navçeya Bêgirî ya Wanê ji dayik bû. Di mehên dawî yên sala 2014'an de hevrêyê me Çiya li Botanê hate nava gerîla û ji wir jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.
Ew sala 2016'an çû eyaleta Cîlo ya Avaşînê, li nava şert û mercên Bakurê Kurdistanê ked da, fedakarî kir û karê pratîkî meşand. Beşdarî çalakiyan bû, tol ji dijmin hilanî û kîn û hêrsa li hemberî dijmin bi vî rengî nîşan da.”
HPG´ê ji bo şehîd Serhed Silopî jî got, “Hevrêyê me Serhed weke endamekî malbateke ji eşîra Teyî ya Şirnexê ji dayik bû. Dema ku karên ciwanan dikir gelek xebatên girîng pêk anî. Bi bandora şehadetan ji bo dilsoziya bi bîranîna şehîdan re biryar da ku li ser şopa wan bimeşe. Ji bo tola şehadetan hemûyan hilîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Destpêkê çû herêma Heftenînê. Piştî pratîka serketî ya 2 salan a li Heftanînê tevlî karên Biryargeha Navendî bû. Li gel fermandarê me yê mezin Bedran Gundikremo xebitî û hînî dîroka lehengiyê ya partiya me PKK'ê bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Rêber Cûdî got, “Hevrêyê me Rêber li Silopiyayê mezin bû. Wî 15’ê Tebaxa 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Rêber berê xwe da herêma Metîna. Ji ber ku berê di nava xebatên ciwanan de cih girtibû, zû adapteye jiyana gerîla bû. Di gelek xebatên girîng de cih girt, û ji bo ku van xebatan bi ser bixe, gelekî hewl da. Mîna hevrêyê me Serhed Silopî, hevrêyê me Rêber jî li kêleka fermandarê me yê nemir hevrê Bedran Gundikremo bû û di perwerdehiya wî re derbas bûye.”
HPG´ê ji bo şehîd Amed Dêrsim jî got, “Hevrêyê me Amed li Til Eran a Helebê hat dinê. Hevrêyê me Amed ku weke ciwanekî gelê Kurd bi berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me hay bû, gihişt wê baweriyê ku divê cihê xwe di nava refên têkoşînê de jî bigire. Difikirî ku wê têkoşîna xwe bi awayekî herî baş û bi bandor li çiyayên Kurdistanê bimeşîne û li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Amed ku di çêkirina tunelên şer de xwedî kedên mezin û giranbuha bû, di dawiya van tunelên şer de serketin dît û bi vê baweriyê tevlîbûneke bênavber pêk anî.”
Nasnameya van şehîdan weke li jêr e:
Bişeng Rojdem Giravî (Nazli Yalçin) a li Wanê ji dayik bûye, keça Kiymet û Idrîs, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Çiya Roza (Yûsûf Aydin) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Guvercîn û Dîno, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Serhed Silopî (Îbrahîm Avci) yê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Zehra û Neşet, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Rêber Cûdî (Necmettîn Çapan) ê li Şirnexê hatiye dinê kurê Ayşe û Yasîn, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Amed Dêrsim (Fûat Ahmed Îsmaîl) ê li Helebê ji dayik bûye, kurê Emîna û Ehmed, sala 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN