HPG’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir û got:"Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve, kedeke mezin da."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Hevrêya me Çavrê Gelhat 4’ê Cotmeha 2023’an li herêma Metînayê di encama qezayekê de şehîd bû. Hevrêya me Çavrê ku jina serhildêr a Botanê û hezkiriya azadiyê bû, di jiyana xwe ya 9 salan a şoreşgeriyê de bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê, bû şervaneke mînak a YJA Starê û mîlîtana PAJK’ê. Baweriya xwe ya ji serkeftinê re her roja ku derbas bûyî mezin kir û xwe pêş xist. Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve, kedeke mezin da. Hevrêya me Çavrê ji hevrêyên xwe pir hez dikir û li her qada ku lê ye bal dikişand; bi samîmiyet, dirûstî û kesayeta xwe ye bi cewher û hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me di encama qezayekê de tevlî karwanên şehîdan bû û vê yekê em pir xemgîn kirin. Weke hevrêyên wê em diyar dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên wê. Em ji malbata hêja ya hevrê Çavrê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Çavrê dixwest di gerîlatiya demê nû de kûr bibe û bi vî rengî bibe gerîlayeke profesyonel a YJA Starê. Bawer kir ku encex bi vî rengî dikare li dijî siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li ser gelê me pêk tîne bibe bersiv, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk bîne û tola şehîdên me hilîne. Heta kêliya ku şehîd bû bi baweriya ji bîrdoziya Rêbertî û meşa li ser xeta jina azad, bû mîlîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Çavrê Gelhat bi vî rengî ne:
Çavrê Gelhat (Şîlan Bakşî), li Şirnexê jidayîk bûye, 4’ê Cotmeha 2023’an li Metîna şehîd bû. Sala 2014’an li Cûdî tevlî nava refên gerîla bû.
BEHDÎNAN