- ‘’Dema kû jin kom dibûn di nav jinan da yek an jî du jinan kilaman digotin. Yek jî wan jî dayika min bû. Dengê xwe pir dilbişewat bû. Bi bandor bû. Kezeba mirovan dişewitand. Meta min Cemîle û Xalê min Celîl jî dengbêj bû. Bi giştî bandora wan li ser min çê bû.’’
ARAT ARARAT / NAVENDA NÛÇEYAN
Hozan Şemdîn an jî Mamoste Şemdîn ew 36 sal in li Ewropayê xebata çanda Kurdî dike. 1986’an ji Îdirê derketîye. 15 salîya xwe dest bi sitranbêjî kirîye. Bawê wî 2 caran saza wî şewitandîye. Dîsa jî dev jî evîna muzîka Kurdî bernedaye.
Hozan şemdin Cd’ya xwe ya 6’an meha Hezîranê derxist. Bi minasebeta Cd’yê em pê re axivîn. Hem behsa Cd’yê hem jî li ser rewşa Muzîka Kurdî me sohbet kir.
Hozan Şemdîn ku 1955’an li gundê Panîkê yê Îdirê li nav malbateke ne zêde feqîr û ne jî zêde dewlemed tê dine sala 1981’ê dizewice, 3 zarok jê re çêdibin, ji zarokan yek jê dema 1,5 salî ye jiyana xwe ji dest dide û 2 zarokên wî yên bi navê Vedat (42) û Nurhat(36) dimînin.
Dengê diya min tesîr li min kir
Şemdîn dibêje dengê diya wî bandor lê kiriye û her wiha xalê wî Celîlê Hesen dengbêj û govendgêr bû, ji ber ku şevbihêrk li mala apê wî dibûn ew bi di nav zargotina dewlemend de mezin bûye û evîna wî ya stranbêjiyê ji nav civakê girtiye û dibêje: ‘’ Waxtê yek diçû rehmetê bi taybetî dayik-jîn ji bo mirîya kilam li ber xwe derdixistin. Dema kû jin kom dibû nav jinan da yek, du jin kilaman digot. Yek jî wan dayika min bû. Dengê xwe pir bişewat bû. Bi bandor bû. Kezeba mîrowan dişewitand. Meta min Cemîle jî dengbêj bû. Hîn dengbêj hîn jî nav ciwatê otorîta xwe hebû. Hela zargotinda xurt bû. Bandora wî jî ser min pir çê bû. Dengê wî pir xweş bû dewatanda kilamên gowendê digot. Dengê min lê diçû digot bira şemdin min vegerîne. Xalê min Celîl jî dengbêj bû. Ewana giştî bandora wan li ser min çê bû.’’
Bavê min saza min şewitand
Hozan Şemdîn dibêje ji ber bandora axatiyê karê muzîkê weke karê ‘Mitirban’ dihate dîtin, bavê wî jê re digot,’’Lawo, ewa karê Mitirvan e, dev jê berde’’ û saza wî avêtiye tenûrê, piştre dîsa tembûrek girtiye. Şemdîn wiha behsa serboriya xwe dike: ‘’Rojeke zivistanê hatim malê min lê nihêrî soba me pir germ e û sor bûye. Bavê min jî hersa min dihanî digot, ‘’Ox sobe çi xweş germ e.“. Min dêna xwe dayê ku saza min tune. Min go kanê saza min? Min dî bavê min got, ‘’Di hundirê sobê de dişewite.“ hêrsa min hat min jî Qurana li dîwêr darda kirî hilda got, ‘’Ez ê jî Qurana te bişevitînim.’’
Ji malê xeyîdîm
Ji ber wê meselê ez wûsa malê xeyîdîm. 16 salî bûm. Min berê xwe da Izmirê. Li wir firinê da şixûlîm. Li Izmirê min ji xwe re sazeke din kirî, çûm qursa sazê. Piştre çûm leşkerîye. 1986 an da welat derketim çûm Libyayê. Ji wir hatim Avrupayê. 1988’an virva ez li Ewropayê me.’’
Meyla min li ser stranên rîtmîk e
Hozan Şemdîn bi berdewamî dibêje wî meyla xwe bêhtir daye ser stranên rîtmîk, ji ber ku perspektîfa wê ji yên serhewa dengî zêdetir e û ji ber ku ji alî nûjeniyê de ji alî awaz û teqla wê de stranên rîtmîk dikare zêdetir were dewlemendkirin. Şemdîn dibêje dibêje dema zarok herî pir stranên Radioya Rewanê tesîr li ser kiriye.
Bi navê olê pêşî li muzîkê hate girtin
Hozan Şemdîn bandora negatîv a dîn a li ser muzîkê jî destnîşan dike, dibêje her çendî xwendina Quranê, ezanê muzîkal be jî bi navê olê pêşî li pêşketina muzîkê hatiye girtin.
Divê amûr otantîk be
Hozan Şemdîn balê dibe ser hewldanên modernbûna muzîka Kurdî û dibêje ji bo ku zirar negihe ser muzîka Kurdî dema ku stranên gelêrî têne nûjenkirin divê amûra wan otantik be, deng, meqam, amûr divê hev temam bikin û bal bire ser modernbûna muzîkê. Hozan Şemdîn wiha didomîne:’Modernizmê de ya grîng muzîka me ya kevin wek destanên Sîyabendê Xecê, Dewrêşê Ewdî, Mem û Zîn, Zembîlfioş, Ker û Kulîlk, Ewdalê Zeynikê, Huso û Nazê bêne parastin. Divê forma wê da bê çê kirin. Orijinala wî neyê xera kirin. Melodîye kî dibe rihê Kurdî de çêbibe. Amurê nû wek minak gitar, saksafon, batarî, klarnet jî dibê muzîka Kurdî de gorî beşa xwe cîh bigire, bê bikar anîn. Lê grînge rast bê bikaranîn.’’
Xebatên li Ewropayê
Piştî hatina xwe ya Ewropayê têkilî xebatên xwe Hozan Şemdîn dibêje,’’Li Ewopayê min din av Koma Berwxedan, Huner-Kom, Akademîya çanda Hunera Kurdî ded cîh girt. Pir cihan de berpirsyarî kir. Wekî din beşa şano, gowendê de kar kir. Piştî wekirina televizyonê 20 salan min bernamê me çêkir. Wek şevberka dengbêjan, Bernamê Destanên Kurdî. ‘’
Koma Berxwenda rêçeke vekir
Têkilî rewşa muzîkê ya li Ewropayê jî Hozan Şemdîn dibêje, ‘’Me li Ewropayê sîstemekî ji bo parastin û afirandina çand û hûnerê xwe pêk ani. Televizyona Kurdî wek MED Tv cara yekêm li Ewropa dest bi weşanê kir. Koma Berxwedan aliyê Muzîkê de rêçeke nû vekir. Bi sedan ciwan bi wan Stranên Koma Berxwedan bandor bûn ketin nav kar û xebatên şoreşê. Lê eva rastîyek e, ger sazî û cihên çand û hunerê tunebin mirov dikare li av bihêle dûrî çanda xwe bikeve.’’
CD’ya ‘Zozanên Me’
Derheqê CD’ya xwe ya nû ya bi navê ‘’Zozanên Me’’ ku 6’ê Hezîranê derketî Hozan Şemdîn van agahiyan dide: ‘’CD’ya Zozanên me bi Naveroka xwe Stranên Gelêrî ne, min ji herêmên Kurdistanê neqandine, 12 Stran navde ne. 2 Stran jê yên Serhewa Mewal yên evîndarî ne. 10 Stran ji yên Ritmikin. Strana bi navê Zozanên me ew gotin û muzîka wê ya min e. Xebateke ji salekê zêdetir e. Li Studyoya Memo Gul û Mazlum Rewşen me amade kir. Amûrên otantîk me da lêdan. Rêvebirîya CD Memo Gull da meşandin. Ji alîyê ART Records de derket. Ji albumê Strana Meymokê re me li Wargeha Mexmûrê klîp çêkir. Ev albûma min ya Şeşemin e. Dengê Karker, Ala Rengin, Ka Bûka min, Desmala Govendê, Tevna Jînê, Zozanên me, Nav Albumê Koma Berxwedan da jî şeş Albumê Koma Berxwedan de ji yek du Stran min xendine.