Hozan Aydin krîza dil derbas kir

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 00:19

Hozan Aydin (62) ê bi xebatên xwe yên li ser muzîka Kurdî tê naskirin li Berlinê krîza dil derbas kir. Hunermend Aydin bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya DRK Kopencikê û hat tespîtkirin ku sê demarên wî xitimîne. Piştî kontrolên li nexweşxaneyê anjo hat kirin. Di dema operasyonê de du demarên wî hatin vekirin û stent pê ve girêdan. Bijîşkan diyar kir ku metirsiya jiyanî nemaye, lê ji ber ku hêj demarekî wî xitimî ye rewşa wî krîtîk e. Hozan Aydin jiyana xwe bexşî muzîka Kurdî kir û niha tedawiya wî di lênêrîna lezgîn de didome.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.