- Hoste Ahmed: Pirraniya avahiyên kevir ên li navçeyê Ermeniyan lêkirine. Berî 50 salan, Misilman hemû xwendekarên Ermeniyan bûn. Wê demê Ermeniyan hesinkarî, merengozî, nanpêjî û sefarî dikirin.
BARIŞ POLAT
MA/RIHA
Hoste Ahmet ê li Siwêregê bi kevirên reş (bazalt) berheman çêdike, dibêje, hûnerê keviran ê ji Ermaniyan fêr bûye, ji ber avahiyên betonê, tine dibe.
Hoste Ahmet 69 salî ye. Ew li navçeya Siwêregê ya ser bi Rihayê dimîne. Ev 45 sal in kevirên reş (bazalt) ên navdar ên Qerecdaxê dibirre, çêdike; ev hunerê wî ye. Hostayê keviran Hoste Ahmet beriya 6 salan ji ber nexweşiyên xwe navber dabû pîşeyê xwe, lê niha ew li mala xwe li ser kevirên reş ên Qerecdaxê fîgûrên şêr, amûrên malê û destaran dineqişîne.
Hûnerê birrîn û verotina keviran îro li gelek deverên dinyayê hepsî muzexaneyan û pêşangehan bûye. Di heman demê de roja me ya îro hosteyên hûnerê keviran jî pirr kêm bûne. Yên mane jî, di anîşkekê de hatine jibîrkirin. Li Siwêregê mal, kerwanseray û mizgeft bi kevirên bazalt hatine çêkirin. Hoste Ahmet qala serpêhatiya xwe kir.
Şagirtê Yanî yê Ermenî
Hoste Ahmet dibêje, ew ji bavê xwe ferî vî karî bûye: “Rojekê dema bavê min di kolanekê re derbas dibe, dibîne ku hosteyekî keviran ê Ermenî yê bi navê Yanî, dîwar lê dike. Dûre dest bi şopadina vî hosteyî dike. Hosteyê Ermenî bangî bavê min dike û jê re dibêje; ‘Tu min dişopînî. Mereqa te ya lêkirina dîwar heye. Sibe were gel min bixebite. Ez ê te bikim hoste.’ Bavê min dibêje, ev kar zor e û vê daxwaza wî qebûl nake. Lê hoste israr dike. Bavê min dotira rojê, ligel Yanî dest bi xebatê dike. Wê demê 15 zîv pere didan xebatkaran. Bavê min sala ewil emeletî kir. Li gorî gotinên bavê min li Siwêregê hosteyên keviran ên Ermenî yên bi navê Egop, Yanî û Moho hebûn. Piştî 5 salan bavê min bûbû hosteyê keviran. Dûre hosta Yanî û bavê min bûn hevpar û 25 salan bi hevre xebitînin. Ewilî bavê min ji Ermeniyan hînî vî karî bû.”
Hosteyên Ermenî
Hoste Ahmet, dide zanîn ku xelkê piştî demekê mala Yanî talan kiriye, yanî cih ji hosteyan re li navçeyê nehiştiye. Ew wiha dewam dike: “Bavê min pirr rêz dida hostayê xwe. Pirraniya avahiyên kevir ên li navçeyê Ermeniyan lêkirine. Berî 50 salan, Misilman hemû xwendekarên Ermeniyan bûn. Bavê min her tim digot, ‘em ji wan fêrî hûner bûn.’ Wê demê Ermeniyan hesinkarî, merengozî, nanpêjî û sefarî dikirin. Em ji Ermeniyan fêrî hûner bûn. Berê li navçeyê 100 hoste hebûn. Niha ji xeynî min ti kes nemaye.”
Bi qedrê huner nayê zanîn
Têkildarî kevirên reş ên li herêmê jî Hoste Ahmet dibêje, “Li ser kevirên reş berheman çêdikim. Ez van nafiroşim. Dema ku ez mirim, ji bo ku bi van berheman bêm bibîranîn, wan çêdikim. Niha bi qedrê hûner nayê zanîn. Ev huner tine dibe. Ji bo vê, ez pirr xemgîn dibim. 3 kurên min hene. Yek ji wan jî fêrî vî karî nebû. Ji ber ku ev kar mir. Çi dema ku dîwarên bi kevir qediyan, ev kar jî qediya.”