Li dijî qirkirinan birêxistinbûn divê
În 25 Nîsan 2025 - 02:40
Di sala 1915'an de Dewleta Osmanî li hember gelê Ermen dest bi êrişan kir û qirkirineke mezin kir. Di qirkirinê de nêzî milyonek û nîv Ermen hatin qetilkirin û bi sed hezaran jî hatin koçberkirin. Têkildarî Komkujiya Ermenan, sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî û şêwirmendê Meclisa Ermenî ya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Tetaryan axivî û diyar kir ku Osmaniyan nedixwest tu netewe bi ziman, ol û çanda xwe bijî, lewma Ermen qir kirin û got:"Li hember wê qirkirinê cîhan bê deng bû. Ji bo birêxistinkirinê divê saziyên sivîl û leşkerî hebin. Divê sûcdarên wê komkujiyê ji hêla rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û mafê mirovan ve bên cezakirin.”
Tetaryan behsa qirkirin û komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan jî kir û wiha got:"Tu cudahî di navbera her du qirkirinan de de tune ye. Her du jî bi heman zîhniyetê hatin kirin. Bi navê ol û nîjadperestiyê qirkirinan pêk tînin. Eger pêkhate û gel neyên parastin wê qirkirin li dijî gelan zêdetir bibin.” Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî û şêwirmendê Meclisa Ermenî ya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Tetaryan di dawiya axaftina xwe jî got:"Di vê pêvajoyê de divê gel yekitî û hevgirtina xwe xurttir bikin. Em ê jî wek gelê Ermen, da ku careke din em di qirkirinê re derbas nebin, em ê birêxistinbûna xwe xurttir bikin.”
ANHA