XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO
Meclisa Werzîşê [Sporê] ya Herêma Cizîrê, amadekariya vekirina mezintirîn hola werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Hola Werzîşê ji destpêkê nayê çêkirin; avahiya wê di dema serweriya hikûmeta Şamê de hatibû çêkirin, lê li ber hilweşînê bû. Nivîsgeha Avahiyan a Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê jî di dawiya sala 2022′yan de dest bi sererastkirina wê kir.
Hola li taxa Asûrî ya Qamişloyê, 50 metreyan dirêj, 30 metreyan jî fireh e. Li holê cihê lîstina sporên weke voleybol, basketbol, hendbol, pîng-pong têne amadekirin. Li holê cihê rûniştina bi sedan kesan jî heye da ku karibin li misabeqeyên sporê temaşe bikin.
Li gorî gerînendeyê Nivîsgeha Avahiyan a Werzîşê, Muhened El-Ehmed dema xebat temam bû, hol wê bibe mezintirîn hola li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê. El-Ehmed da zanîn ku li holê gelek çalakî, turnuvayên werzîşê yên curbecur jî wê werin lidarxistin.
Xebatê sererastkirinê ber bi dawiyê ve diçin û El-Ehmed dibêje, hol wê hê di nava vê mehê yanê Tebaxê de li xelkê vebe û xizmeta xelkê bike.