Hizr û hestên bi ta û derzî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 02:28

Karen Turner hunermendeke tekstîlê ye, yanî ew bi karê dirûnê re mijûl e. Projeya wê ya bi navê “Intuitive Daily Stitching” hizr û bîra wê ya li ser zemên îfade dike. Yanî ew ji dêvla ku her roj rojnivîskan binivîse û behsa serpêhatiyên xwe bike, rêyeke cuda tercîh dike. Nanivîsîne, lê bi ta û derziyê serpêhatî yan jî hizrên xwe tîne ziman. 

Dibe ku gava em li karên wê binihêrin, ji me re tev weke hev xuya bikin, lê esas ne wisa ye. Ev karên wê bi salan hatine çêkirin, rabuhiriya wê tînin ziman û weke metaforekê ne. 

Karen Turner dibêje, “Jixwe, weke hunermendeke tekstîlê min her roj cil û qumaş didirûtin. Lê ji xeynî vî karê rûtîn, divê min tiştek bidîta ku şahidiya zemanê bihurî bikira. Ji lewre, kêliyên ku em li pişt xwe dihêlin hemû bi nirx in.” 

Karen Turner ji bo vî karê xwe bibe serî, rojê bi qasî nîv saetê vediqetîne û weke medîtasyonekê dinirxîne vî karê xwe yê dirûtinê. 

Karen Turner, vî karê xwe weke dermanekî jî dibîne: “Ta û derzî ji bo min şîfa û derman in. Ew metafora aramî û başiyê ne. Her wiha têkiliyekê jî îfade dikin. Ez li tiştên zêde bi rêk û pêk jî nagerim, carna hin qisûr jî çêdibin di karên min de, lê ez vî tiştî ji xwe re nakim derd û dibêjim, ev jî parçeyekî jiyana rasteqîn e.”

Karen Turner, sala 2022’yan dest bi projeya xwe kir û sala 2023’yan jî dewam kir. Ew her sal qumaşekî cuda dikire û vî qumaşî dike 12 beş. Ji bo her mehê li ser beşekî vî qumaşî hizrên xwe yên rojane dineqşîne û hestên xwe dide der.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.