Hizr û bîr tê asîmîlekirin!

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 22 Gulan 2023 - 02:17

Nivîskarê Kurd ê ji Rojhilat, Behrouz Boochani (Behrûz Boçanî) îna bihurî li Berlînê bû. Saziya bi navê “Refugio Berlîn” li Berlînê paneleke bi navê “Berxwedan, wêje û huner” li dar xist û gelek Kurd tevlî panelê bûn. Panel bi zimanê Kurdî hat lidarxistin û Schilan Kurdpoor (Şîlan Kurdpûr) panel bi rê ve bir. 

Behrouz Boochanî pirranî li ser mijarên nasname, kolonyalîzm û asîmîlasyonê axivî. 

Behrouz Boochanî got; “Asîmîlasyon, projeyeke siyasî ya desthilatdariyê ye. Her tişta pozîtîf ji mêjiyê mirov derdixîne, tiştên xirab li şûna wan diçîne. Asîmîlebûn ne tenê ew e ku meriv bi zimanê xwe nizanibe, a herî metirsîdar ew e ku hizr û bîra mirov hatibe asîmîlekirin.”

‏Bêhrûz Boçanî ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Zelandaya Nû penaber e. Ew bêhtir bi pirtûka “No Friend But the Mountains / Ji bilî çiyayan ti dost nînin” tê naskirin.

BERLÎN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.