- Dadgeha Îdarî ya Osnabruckê bi biryarekê êdî got, meqamên Elman nexasim BAMF nikare biryarên dadgehên Tirk weke biryarên hiqûqî binirxînin.
FEHMÎ KATAR
Dadgeha Îdarî Osnabruckê ji bo penaberekî Kurd biryareke mînak da. Daîreya Penaber û Koçberan a Elmanyayê (BAMF) doza vî Kurdî ya penaberiyê berê red kiribû. Penaberê Kurd li ber biryarê rabûye, û doz biriye ber Dadgeha Îdarî ya Osnabruckê. Dadgehê liberrabûna penaberê Kurd qebûl kir û weke sedem jî got, li Tirkiyeyê dewleta hiqûqê nîne.
Daîreya li dozên penaberan dinihêre, BAMF´ê doza penaberiyê ya Kurdekî red kiribû. Li vî penaberê Kurd li Tirkiyeyê ceza hatibû birrîn. BAMF´ê îdîa kiribû û gotibû, "cezayê li Tirkiyeyê li te hatiye birrîn, li gorî karkirina dewleta hiqûqê ye" û bi vê hincetê doza penaberê Kurd red kiribû. Dadgeha Îdarî ya Osnabruckê îtîraza li dijî BAMF´ê ya penaberê Kurd qebûl kir û got, "Li Tirkiyeyê dewleta hiqûqê ne li kar e. Ddozger û dadgerên jinûşve hatin wezîfedarkirin, elaqeya pirraniya wan bi AKP´ê re heye." Biryara dadgehê ya bi hejmara "5A338/18" 1´ê Tîrmehê hatiye dayîn.
BAMF´ê li gor dewleta Tirk biryar dabû
Penaberê Kurd ê ku navê wî nehat eşkerekirin, sala 2017´an ji ber ku cezayê ji ber endametiya rêxistinê lê hat birrîn, li Elmanyayê doza penaberiyê kir. BAMF´ê îdîa kir ku zexta dewletê ku penaber weke sedema paneberiyê nîşan dide ne zext e, û pêdiviyên dewleta hiqûqê bi cih tên anîn. Bi van îdîayên xwe jî doza penaberiyê ya penaberê Kurd red kir. BAMF´ê îdîa kir ku penaberê Kurd ji ber ku ji ber endametiya PKK´ê hatiye cezakirin, nikare sûdê ji qanûna qebûlkirina statuya penaberiyê sûdê wergire (Xala 3´yê ya AsyG).
Peymana PMME tê binpêkirin
Penaberê Kurd li ber vê biryara BAMF´ê rabû. Wî got, wê tenê mafên xw eyên destûrî bi kar anîne û ji bilî endametiyaHDP´ê û beşdariya çalakiyên qanûnî ti sûcê wî kirî nîne. Lê ji ber vê 14 sal ceza lê hatiye birrîn. Wî got, li Tirkiyeyê xala 3´yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê (PMME) tê binpêkirin û dewleta Tirk miameleyên li derveyî mirovahiyê û rûmetşikên bi kurdan re dike.
Biryara BAMF´ê li dijî hiqûqê ye
Dadgeha Îdarî ya Osnabruckê rewşa giştî ya Tirkiyeyê, îdîanameya elaqedarî dadgehkirina penaberê Kurd jî nirxandin û biryar da ku biryara BAMF´ê ya li dijî penaberê Kurd li dijî hiqûqa Elman e. Dadgehê biryar da ku mafê penaberiyê bidin penaberê Kurd. Di hinceta biryara xwe de dadgehê got, vê dawiyê li Tirkiyeyê hiqûq veguheriye saziyeke girêdayê AKP´ê. Dadgeha Îdarî dibêje, dewleta Tirk piştî ku wezîfedarkirina dadger û dozgeran xiost kontrola wezareta dadê, mirov nikare behsa serxwebûna dadê li Tirkiyeyê bike.
Dadgehên hikûmeta Tirk in
Dadgeha Îdarî ya Osnabruckê, bi bîr dixe ku hikûmeta niha piştî 15´ê Tîrmeha 2015´an wezîfe û cihê 14 hezar û 993 dadger û dozgerî guheriye û 4 hezar û 166 dadger û dozger jî ji kar hatine avêtin. Dadgeh wekî din dibêje, ji ber vê, di dadgehkirina wan kesên ji ber endametiya PKK, DHKP-C û Tevgera Gulen tên dadgehkirin, ti hiqûq nîne, yan jî qismî hiqûq heye.
Weke nebûna hiqûqê mînaka hatiye anîn jî, ji dozên PKK û KCK´ê hatiye girtin. Dadgeh bi bîr dixe ku parêzer heta roja rûniştina dozê, ji ber biryara veşartîbûnê, bi dosyaya doza muwekilê xwe nizanin. Dadgehê bi bîr xist ku parêzer wekî din nikarin şahidên veşartî jî bidin ber pirsan. Di biryarê de Dadgeha Îdarî got, tevahiya delîl û miracaetên aliyê parastinê jî yekser tên redkirin û ji ber wê "dadgehkirineke adil" nîne.
Tenê îdîa ne
Dadgeha Îdarî ya Osnabruckê ji ber ku BAMF´ê bi hinceta biryara dadgeha Tirk, doza penaberiyê red kiriye, BAMF neheq kir. Wê got, gotinên BAMF´ê yên ji penaberê Kurd re tenê îdîa ne. BAMF´ê gotibû, "[Penaberê Kurd] ji ber nedametiya PKK xwe kiriye sûcdar."
Agahiyên berfireh ên li ser biryarê li ser lînka li jêr peyda dibin:
https://www.asyl.net/rsdb/m28860/