Hiqûqa çi halê çi!

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 13 Gulan 2023 - 01:21

  • Elmanyayê li siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan 4 sal û 5 meh cezayê hepsê birrî. Ocalan li ser biryarê got, “Ev eşkere dijberiya Kurdan e, ti elaqeya wê bi hiqûqê re nîne.” 

DENIZ BABÎR/FRANKFURT

 

Siyasetvanê Kurd ê 59 salî Abdullah Ocalan, ji du salan ve li Elmanyayê girtî bû. Pêr Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Frankfurtê ji ber xebatên civakî û siyasî 4 sal û 5 meh cezayê hepsê li Ocalan birrî. Dewleta Elman bi xala 129b ya qanûna xwe ya ceza Kurdan krîmînalîze dike. Beriya bi 3 rojan jî Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê 5 sal cezayê hepsê li girtiyê siyasî yê Kurd, Ozgur A. birrîbû. 

Abdullah Ocalan hema piştî serdana wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ya Berlînê ya Gulana 2021’ê, htibû girtin û ev bêhtirî du salan e ku di hepsê de bû. Rûniştina doza li dijî Ocalan pêr li Frankfurtê bi rê ve çû. Ji parêzerên wî Antonia von der Behrens û Stephan Kuhn jî amade bûn.

Abdullah Ocalan di parastina xwe de bal bire cezayê hepsê yê 5 sal û 3 mehan ku dozgerî dixwaze û got, “Di van 15 salên bihurî de hê cezayekî ew qasî bilind di dozên PKK´ê de nehatibû xwestin. Gelo ev helwêsta nû ya dewleta Elman e. Yan jî gelo ev hêrsa dozger e li dijî PKK, gelê Kurd û min?”

Ocalan bal bire ser siyaseta tinekirina Kurdan û got, “Li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya PKK´ê têkoşîn dewam dike.” Wî wiha jî got, Ewrûpa dibe şirîkê komkujiyên li dijî Kurdan. Ocalan bi bîr xist ku gazên kîmyewî yên di Enfalê de hatine bikaranîn, yên teknolojiya Elman bûne û wiha dewam kir: “Îro jî Elmanya destekê dide komkujiyên Erdogan ê dîktator.” 

Ocalan bal bire ser îdîanameya dozgeriyê û got tê de dibêje, Kurd nikarin bersivê bide êrişên dewleta Tirk. Wî ev helwêsta diozger wiha şirove kir: “Ev eşkere dijminatiya li dijî Kurdan e. Ti elaqeya vê bi hiqûqê re nîne.”  

 

Dozger daye nav!

Abdullah Ocalan, bal bire ser siyaseta destekkirina siyaseta komkujiyên li dijî Kurdan a Erdogan û got, “Ev doz jî destekkirina Erdogan e.” Ocalan got, Elmanya PKK’ê di ‘lîsteya rêxistinên terorê’ de digire û bi vê awayî hewl dide ku êrişên li dijî Kurdan rewa bike. 

Ocalan bi bîr xist ku ev du sal e di hepsê de ye û ji bo cezayê dozger dixwaze jî dibêje, “Ez di hepsê de tecrîd kirime û hêlana ji mirinê re. Dozger li bendê bûye, ez îtîraf bikim. Ev çi edalet e, ev çi rezalet e. Dozger di dijberiya PKK´ê de daye nav. Dixwaze cezayê bi dilê xwe li bin bibirre.”

 

Destekê nedin serekçete

Abdullah Ocalan bi bîr xist ku gelê Kurd xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derdikeve ji ber ku “Bi wî çareserî dibe. Dewleta Elman jî divê êdî destekê nede serekçete, berpirsiyarê xirabiyan, û peywendiyên xwe bi Kurdan re ji nû ve binirxîne.” Kesên li hola dadgehê hazir, li ser vê slogana “Freiheit fur Ocalan” got. 

 

Bazar bi Erdogan re eşkere bikin

Heyeta dadgehê, guh neda tesbîta parêzeran a ku nîşan dide, taqîb û lêpirîsna li dijî muwekilê wan ne qanûnî bûye. Heyetê weke şahid vexwendina serdozgerê federal Dr. Peter Frank jî red kir. Parêzeran bi bîr xist ku serdozgerê federal Tîrmeha 2022´yan bi Erdogan re hevdîtinek kiriye û xwest, naveroka vê hevdîtinê li dadgehê bê eşkerekirin. Lewma hatibû îdîakirin kirin ku Erdogan û serdozgerê federal ê Elman li ser lêpirsînên li dijî Kurdan û muxalifên rejîma Erdogan peyivîne.

Heyeta dadgehê, piştre bi hinceta rêveberiya PKK´ê li eyaletên Saarland û Hessenê di navbera 2019 û 2021´ê de kiriye, li gorî qanûna ceza ya Elman a ji bo krîmînalîzekirina Kurdan 129b´yê 4 sal û 5 meh cezayê hepsê li Abdullah Ocalan birrî. 

Aktîvîstên Kurd û Elman biryara dadgehê, li pêşiya avahiya dadgehê rûreş kir. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.