Li Ingilistanê li Girava Man ku bi ser Behra Îrlandî ve ye, hingulîskeke [gustîlkeke] şîna zêrîn hate dîtin û ev hingulîsk wek berhemeke dîrokî hat nirxandin. 

Ev hingulîsk berê, piştî mirina kesan ango ji bo bibîranîna wan di şîna wan de dihatin binaxkirin. Li gorî texmîna pisporan, ev hingulîsk ji dema Şerê Navxweyî yê Ingilîstanê maye û ya Kontê Derbyê, James Stanley e ku ew di salên 1600’î de hatibû bidarvekirin. 

Arkeologê bi navê Allison Fox ku yek ji rêvebirên Mîrateya Neteweyî ya Manxê ye derbarê hingulîskê de got, “Qelîteya hingûlîskê diyar dike ku ew ji bo kesekî xwedî statu hatiye çêkirin. Em nikarin teqez bikin ka ev hingulîsk ya kê ye û ji bo bibîranîna kê hatiye bikaranîn lê îhtimal heye ku ew a Lord James Stanley be.”

Hingulîska zêrîn dê li Muzeya Manxê were nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN