- Hinek Henek a ku nivîskarên dilxwaz lîstikên wê dinivîsin, bi 5 lîstikên xwe yên nû li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî bînerên xwe.
Hinek Henek a ku nivîskarên dilxwaz lîstikên wê dinivîsin, bi 5 lîstikên xwe yên nû li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî bînerên xwe.
Di Koma Hinek Henek de lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê, Tiyatro Mencel, Teatra Jiyana Nû û Yekta Hêvî cihê xwe digirin. Ew pirranî wan lîstikan li ser dikê nêşand didin yên ku nivîskarên dilxwaz şandine. Di çarçoveya bernameya Meha Nîsanê de komê lîstikên xwe yên bi navên Qerete, 100 Milyon, Riya Timarxaneyê, Jixweberî û Dinya Nedîtî li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derketin pêşberî bînerên xwe. Lîstik bi elaqeyekî mezin hatin şopandin û hola şanoyê têra temaşevanan nekir. Kesên dixwazin li lîstikan temaşe bikin, ji bilî rezervekirina cih, divê ji şanoyê biletên xwe bistînin û kursiya xwe misoger bikin.
Nav û naveroka lîstikan wiha ye:
Qerete
Elîxan Loran nivîsandiye, lîstik bi 2 jinên (Perê- Hîvê) ku di çarçoveya xweparastinê de dixwazin hînî qereteyê bibin, dadikeve. Lîstik feraset û êrişên li djî jinê, bi awirekî rexnegir nîşan dide û peyamên xurt dide bînerên xwe.
100 milyon
Reşat Kemal nivîsandiye û behsa bihabûnê û danûstandina li bazarê dike. Lîstik ji ber bihabûnê fêlbaziyên li bazarê bi awirekî rexneyî radixe ber çavan.
Hesreta dezgehdarên bazarê a beramberî 100 milyonî bi awayekî trajîkomîk hatiye lîstin.
Riya Timarxaneyê
Elîxan Loran nivîsandiye. Behsa sê dînan dike yên ku dixwazin ji timarxaneyê birevin. Dîn bi awayekî ji timarxaneyê direvin û bi ser dikevin. Lê belê piştre dîsa li timarxaneyê vedigerin û di navbera xwe de serketina provaya revînê pîroz dikin. Dîn dixwazin roja paştir bi rastî birevin.
Jixweberî
Kemal Ulusoy 2 şanogerên dilxwaz vexwendin ser dike û bi lîstikeke gelêrî li ser girîngiya ziman diyalogek ava kir. Dîyalog bi lîstika gelêrî ‘ling sorkirin’ê dest pê dike û bi qasî ku Ulusoy keysa xwe lê tîne, lîngê lîstikvanan bi axafinê mijûl dike û bi şeqama sor dike.
Dinya nedîtî
Rûşen Çaglayan nivîsiye. Bi awayekî rexneyî behsa wan dewlemendên dinyanedîtî dike, yên ku bi pere û derfetên xwe ne bi kêrî xwe û ne jî bi kêrî derdora xwe tên.
MA/AMED