Hinek Felsefe 4

Nûçeyên Forum

Duşem 6 Çile 2025 - 00:48

OSMAN KAPAN

Konfüçyüs, hemdemê Buda bû ( bz.551 -479).Wekî me di nivîsên xwe yî berê de jî gotî,li her hêlê qeyranên eborî,sincî û kargerî yê hebûn.Her çiqasî ji hev cuda jî bûn,dawî dihat li mirov di qelibî.Lewra kirde mirov bû..

Dı demeke ku qeyran mezin bûyî de Konfüçyüs,ji derdê Îparatorîya çînê re li dermanekî digerîya. Lewra qeyrana heyî bi rê û rêbazên rêveberî yê çareser nedibûn û bawerîya gel êdî bi rêveberî yê nemabû. Qeyrana heyî her çiqasî ne wekî ya Mezopotamya û Hindê be jî, Ji hêla sincî ve rizîbûneke kur hebû. Îca ji bona ku bawerî ya gel bi rêveberî yê namabû, ji bo ku gel bi çewisînin pêkutî roj bi roj zêde dikirin. Rojekê Konfüçyüs, bi devereke ku ji ber ajalan tu kes newêre pêve biçe diçe. Leqayî malbatekê dibe. Li hember vê rewşê matmayî dimîne û ji wan dipirse: “ Ev der devereke hovane ye, şêr û piling mirovan qet qet dikin, qey win natirsin û li vir çawa debar dikin?” Malbat dibêje ;” Ev hovîtî ji zima rêveberan pirr çêtir e.Ajal dê carekê mirov bi kujin,Rêvebir her roj mirov di kujin…” Ev goti bi serê xwe zilm û zorî ya li ser gel baş reva dike.

Konfüçyüs bi xwe dewletparêz û şêwirmend bû. Bes bi şîret û xwesteka ku  mirov bi hev re,bê pirsgirêk bijîn derketê pêş. Ji bona wê bi navê mamostayê mezin dihate bi nav kirin.

Felsefe ya Konfüçyüs li ser hîmê şîretan bû. Mirov wê çawa bi hev re bijîn, dê yekîtiya çînê çawa mîsoger bibe bû.Lewra wê demê çîn, di bin kargerî ya Xanedana Zhao de bû,ji çardeh anedanan pêk dihat.Di nava xanedanan de nakokî hebû,ji hêla konevanî ve qeyraneke ber bi çav hebû.Lê qeyrana herî mezin di hêla çandê de bû.Êdî çand ,nêrît û gerdîş a heyî ji hêla manewî ve gel têrî nedikir. Împaratorîya çînê,ber bi hilweşandinê ve diçu.

Konfuçyus ev yek didît û li rê ya ku yekîtî ya çînê mîsoger bike digerîya. Ji bona wê hîmê felsefe ya xwe li ser sincê ava kir. Ango li ser li hevkirina gel û kargerîyê ! Lewra wî bi ezmûna xwe zanîbû ku kargerî çiqasî xurt be bila bibe, ku gel ew ne eciband û jê ne razî be, ew ji derdê gel re nebe derman dê nikaribe Împaratorîyê li hev ragire.

Hîmê çanda çînê malbat bû.Îca berberî ya di navbera xanedanan de ev hêl çilvirandibû û bê sincîtî li lutkeyê bû.Konfuçyus dest avête vê.Li gorî wî; diviyabû yekî ku rêbertiyê bike, berî her tiştî pêşî ew xwe darizîne û bi guherê. Ji gel re bibe mînak û ji hêla sincî ve hem kamîl, hem girêdayî be. Ku yên rêvebir rast û girêdayî nîrxan bî, gel dê ji wan re rêzdar be.Lewra ji bona mirov bikaribe hinekan bi rê ve bibe, berîya wê divê mirov bikaribe xwe bi rêve bibe…

Felsefe a Konfuçyus li ser mirov bû. Bala wî li ser mirovê baş bû. Bi mirovê baş, civaka baş tê avakirin.Ango pêşî  mirov divê baş bibe û ev dê civakê jî kamil bike. Ku mirov baş û ji hêla manewî ve têr be, ne li berjewendiyên tekakesî, dê li bejewendiyên civakî bi fikire.

Tişta ku Konfuçyus ji fîlozofên din cuda dike ev e; ew bi metafizîkê ve qet mijul nebû, guh neda tiştên razber, li ser tîştên şênber tevgerîya. Bı gotıneke dın bı temamî li ser mirov fikirî.Li ser têkiliyên mirov û malbatê difikirî. Lewra ku malbat bextewar û di ewlahiyê de be, bi kargerî ya xwe rw jî di nava ahengê de be.

Tişta ku mirov ji xwe re bike mengî, dive mirov di dema şahî,hêrs û kederê de nekeve bin bandora hestên xwe dw. Aheng; dema ku hestên mirovî li pêş bin tê xuyakirin.Îca Konfuçyus; hevsengî û rê ya navîn wekî dermanê jiyanê didît.Îca fikra li hev hatin,ahenk û dadmendîyê xiste navenda felsefa xwe…

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.