OSMAN KAPAN
Felsefe; bi temamî aqil e û di nava sînorê aqil de, bi gotinê tiştên nujen tîne ziman û dibe finda li pêşiya tarîtî yê.Ji wê ye yên xwedî felsefe pirranê caran bi tenê dimînin.Lewra ji dervî pêkutiya desthilatdaran,bawerhişk jî di rê ya wan de wekî kelemekî ne. Jixwe felsefe jî di demên welê de dertê. Me di nivîsa xwe ya duyem de, bi kinasî behsa felsefe ya Zerdeşt kiribû. Di vê nivîsê de jî emê behsa Felsefe ya Buda ( Siddhartha Gautama ) bikin.
Buda, Lawmîr bû.Hal û wextê wî di nava xweşî, hebûn û zewqê de derbas dibû. Bes ji hêla manewî ve xwe birçî didît.Ango ji hebûna heyî têr nedibû, êşa têrbûyînê dikêşand.Lewra fikriyata wê demê ya serdest,êdî ji hêla hîştêriyê ve têra gel ne dikir û rewşeke qeyranî hebû .
Budîzm jî wekî Zertûştî yê, li hemberî Brahmanîzmê wekî bertek derket holê. Lewra gel bi çînan dabêş kiribûn û di nava xîzanî yê de ,di şert û mercên zor de di jiyan.Êdî ramana Brahmanîzmê têrê nedikir ku gel ji hêla manawî ve hedar bike.
Buda ji bonna ji vê re çareyekê bibîne kete nava lêgerînê de. Lewra bi azmûna xwe zanîbû meriv bi zewq û sefayê rizgar û bextewar nabe.Îca demekê çewtî vê tevgeriya,Xwe birçî hişt, êşa fizîkî kêşand, li ber sir û seqemê ma, li binê dara zanînê… Dît ku ev rêbaz jî rizgarî û bextewariyê nayîne. Talî li binê wê darê gihişte heqîqeta xwe.Ango di felsefa xwe de mahîr bû!
Budîzm bi awayekî sincî derket holê.Lewra encama ku Buda gihiştibû yê û digot, ji hêla manawî ve giyana meriv di wan şert û mercan de têr dikir ! Ji xwe ku ramanek ji hêla girseyê ve hate pejirandin, tê wê wateyê ku ji hêla manawî ve gihiştiye armanca xwe…
Navê bi wateya; “şayar bûn û Ronî bûn” Duda lê hate kirin.Gihiştibû wê rastiyê, ji bona meriv ya herî baş dinava rapirIyan de navîngî ye. Ji wê kêliyê û pê de aştî û aramî hînî merivan dikir.
Di ramana xwe de gihişte wê encamê ; ku meriv xwe ji xwestekên beşerî rizgar bike, merv ancex ji tiştên gerdunî û kesayeta ji xwe re sawirîn afirandî rizgar bike û xwe ji ajoyên ku dibine sedema hemû êşan bişoyê. Dê bigihîje Nîrvana yê. Wê demê ew kes ji her tiştî rizgar dibin.Ne êş,ne zewqên cismanî di mînin.
Buda ji bona ku kes xwe bigihînin Nîrvana yê jî,rê û rêbaz nîşanî wan dida.Ango li gorî felsefeya xwe rêbazên jiyaneke çawa, cur bi cur tanî ziman. Li gorî wî rê ya nîrwana wiha vedibe:
Her Budîst ji bona bigihe nîrvana tim di nava hewldanê de ye. Li gorî felsefeya Hindî, Qoça giyanî heye, da giyan xwe bi werivîne û kamil bibe ji bedenekê diçe bedeneke din, ango giyan nemir e..
Li gorî Buda, meriv di heşt rê yan re digihîje Nîrvana. Ew rê ev in: “ Nêrîna rast, Biryara rast, gotina rast, çalekiya rast, jiyana rast, hewldana rast, bi bîranîna rast, ramîn a rast”
Nexwe meriv, bi jiyaneke rast dê ji êşan rizgar bibe. Xwestekên gerdunî, li pêşiya jiyana rast astengin, ku meriv ji van xwestekan xwe rizgar bike, dê bigihîje heqîqeta jiyana rast û bê derew ! Wê demê rê ya nîrvana ji meriv re vedibe.Lewra sedema êş kêşandinê xwestekin. Ev heşt kiryar meriv ji êşê rizgar dike; “ bawerîya xurt, vîna xurt, gotina xurt, hewldana xurt, başiya xurt, alavên debarê ên xurt, bîra xurt, ramana xurt.” Di heman demê de tiştê ku qedexe jî dike hene, ew jî meriv dikarê bêje ku ew qedexe bi temamî sincî ne; “ ne kujin, malê kesî ne dizin, hevjina kesî ne xwazin, derewa nekin, serxweş nebin” Ev jî temelê civaksaziya Budîzmê ne…