- Piştî biryara erênî ya dadgeheke temyîzê ya li Kyoto ê, Japonya neçar ma ku statûya penaberiyê ya Kurdekî ji Tirkiyeyê qebûl bike.
Piştî biryara erênî ya dadgeheke temyîzê ya li Kyoto ê, Japonya neçar ma ku statûya penaberiyê ya Kurdekî ji Tirkiyeyê qebûl bike. Dadgeha temyîzê biryar da ku heger ew zilamê Kurd navê wî nehat eşkerekirin û di salên xwe yên bîstan de ye, heger vegere Tirkiyeyê tehlûke heye bikeve ber zilma dewletê.
Doh çavkaniyeke hikûmeta Japonyayê ev agahî da.
Li gorî sekreteriya Tevna Parêzeran a ji bo Penaberan a Japonyayê, ev kes dibe Kurdê yekem ê ji Bakurê Kurdistanê ye ku statuya wî ya penaberiyê li Japonyayê hatiye qebûlkirin.
TOKYO