Ji bo bîranîna qurbaniyên fermana Şengalê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê çûn serdana gorên komî yên li Herdan. Li ser gorên komî, dayîkan mûm pêxistin.
Ji PADÊ Semîr Derwêş axivî û got; “Hîn jî mafê Êzîdiyan nehatiye dayîn, tevî gelê me rastî jenosîdê hatiye, ti kes li me xwedî derneketiye. Nikarin birînên me derman bikin. Emê weke PADÊ heya dawî ji bo bidestxistina mafê Êzîdiyan, têbikoşin.’’
ŞENGAL