Hîn bêhtir diyalog

În 11 Hezîran 2021 - 03:21

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî aloziya rojên dawî ya navbera hêzên Kurdistanî daxuyaniyek da.

KNK di daxuyaniya xwe de weha bang li hêzan dike: "Dijwarî û alozî di nav çend hêzên Kurdistanî de di asteke metirsîdar de ye. Vê rewşa ha xelkên Kurdistanê nîgeran kiriye. Rûbirûrawestana hêzên Kurdistanî li hember hev û şerê medyayî xelkên Kurdistanê xistine rewşeke wiha kambax ku rojên tarî yên şerê navxweyî bi bîr tînin. Bêguman ev rewş ji neyarên Kurdistanê re derfeteke ku wan tim xewnên xwe pê dîtiye û wan tim ji bo wê kar kiriye, da bi vî awayî dirêjiyê bi dagirkirinê bidin û ew destketiyên ku bi xwîna sedhezaran cangorî, bi xebat û têkoşana sedan hezaran têkoşer bi dest hatine, ji nav bibin.
Di hel û merceke wiha de şerekî navxweyî di vê qonaxa ku cîhan tê re derbas dibe, şermezariyeke mezin bi ser gelê me de tîne. Di heman demê de kesek ji dost û hevalên me bi dengê me ve nayê.

Em agir vemirînin 

Em daxwazê ji rêxistin û partiyên hemû beşên Kurdistanê dikin ku ew ji bo aramkirina rewşê helwesteke ji dil û erênî bigirin. 
Her wiha em daxwazê ji hemû kesayetî, rewşenbîr û akadêmîsiyenên Kurdistanê dikin, ku ew helwesteke merdane bigirin û bikevin nav kar û xebatê ji bo navcîtiyê û aramkirina rewşê. 

Em ji endam û dilxwazên herdû hêzan û xelkên Kurdistanê bi giştî daxwaz dikin ku ew bêhtir bi berpirsiyarî tevbigerin û êrişên mediyayî û yên kenalên tevina civakî li dij hev rawestînin û agirê nekokiyê bêhtir xweş nekin. 

Ji me hemû kurdistaniyan tê xwestin, ku em bi her şêwazeke demokratîk li dijî berfirehkirina dijwarî û nakokiyê dengê xwe hildin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.