Hilbijêr dixwazin tevî siyasetê bibin

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:20

Koordînatora Giştî ya Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç têkildarî meylên hilbijêrên Kurd daneyên qadê ji ANF'ê re vegot û got komeke nû ya hilbijêrên Kurd peyda bûye û ev kom dixwaze tevî nav siyasetê bibe.

Yuksel Genç anî ziman ku demeke dirêj e li Tirkiyeyê hilbijartin weke dengdana li ser rejîmê, yan jî biryardana ji bo qonaxa nû ya rejîmê yan jî jiholêrakirina rejîmê dabeş dibe û got, "Hilbijartin hîn jî li Tirkiyeyê weke parçeyek ji nîqaşên li ser rejîmê veguheriye mîna amûrekê."

Yuksel Genç diyar kir hilbijartinên xwecihî normal li ser mijara hilbijartina rêveberiyên xwecihî dimeşe, lê belê di rewşa heyî de di asta dengdana li ser rejîma heyî tê meşandin. Yuksel Genç destnîşan kir ku ev yek rewşeke ji rêzê û erênî nîne, lê belê nîşan dide ku Tirkiye bi xwe asayî nîne.

Têkildarî guherîna li nava hilbijêrên Kurd ên di du hilbijartinên derbasbûyî de Yuksel Genç nirxandineke bi vî rengî kir: "Hilbijêrên Kurd yek ji komên herî girîng û diyarker a hilbijartina 2023'an bû. Mînak Partiya Kesk Çep (YSP) yekane partiya guherînê bû, lê belê tevî ku feraseta ewlekarî û otorîter dewam dikir jî biryar da ku piştgiriyê bide namzetê siyaseta muxalefeta bingehîn. Berdêla xwe windakirina hilbijêrên xwe jî be YSP'ê kete nava pêajoyeke bi vî rengî. Dawiya dawî nikare bê gotin ku hemû hilbijêrên Kurd, hilbijêrên YSP'ê yan jî bingeha HDP'ê bêkêmasî bi giranî li ser namzetê muxalefetê bû yek."

Yuksel Genç bi dewamî anî ziman ku di rojeva hilbijêran de ji her demê bêhtir meseleya namzetan û sozên wan heye û got, "Meseleya ku dihate gotin 'Partî kê bike namzet em ê deng bidin wê/wî' êdî guherî ye. Ev yek jî nîşan dide ku hilbijêr dixwaze tevlî siyasetê bibe. Êdî komeke bi vî rengî ya hilbijêran heye û ji aliyê namzetan an jî sozên wan ve hînê dilê hilbijêran rehet nebûye. Ji bo hilbijêr konsolîde bibe gelekî girîng e ku partî bi lez girîngiyê bide ser vê mijarê."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.