Biryare di 18’ê Kanunê de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê pêkwere, propagandaya hilbijartinê li seranserê Iraqê dewam dike. Kurd jî vê carê li Kerkûkê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan nabe û ev jî metirsiyek mezin li ser hebûna Kurdan ya li herêmên bi nakok çêdike. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de, bi taybet jî girîngiya wê ya ji bo Kerkûkê peyamek belav kir û wiha got:“Destwerdana navxweyî û herêmî, weke Tirkiye, Îran hertim bûye sedema bê bawerî û dubendiya di navbera pêkhateyên Kerkûk û derdora wê de. Bi taybet jî dewleta Tirk bûye karekterek sereke yê destwerdana di rewşa Kerkûk û herêmên bi nakok de. Hilbijartin dikare bibe bersivdana hemû komployên qutkirina peywendiyan. Em bang li Kurdan dikin, divê Kurd wek gelê mazlum bi hemû hêza xwe tevlî hilbijartinan bibin. Bi tevlîbûna hilbijartinê siyaseta parçekirina gel ceza bikin. Em bang dikin ku bi awayek wêrek tevlî hilbijartinan bê kirin. 18 salin li Kerkûkê hilbijartin çênebûne. Ji bo vê jî em vê hilbijartinê weke rêyeke girîng dibînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN