Hilberîneriya li hepsê û serpêhatiya ‘Jûtenya’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 00:11

Sînan Sutpak ku zêdetirî 31 salan di girtîgehê de ma diyar kir ku ji ber xwedîderketina li nasname û zimanê xwe, xwestin wî ceza bikin. Sutpak, wiha got: “Ji bo teslîmgirtina vîna girtiyan, gelek zordestiyan dikin. Vê yekê di heman demê de bi xwe re berxwedan afirand.” 

Sînan Sutpak di 3’yê meha Gulana 1993’yan de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hate binçavkirin û dadgehê cezayê muebbetê lê birî. Sutpak, piştî 31 sal û 4 mehan hate berdan. Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “Nebaşhaliyê” 5 caran ji bo 3 mehan tehliyeya Sutpak taloq kir. Sutpak, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş û herî dawî jî di Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê de ma. Dema Sutpak ketî girtîgehê xwendin û nivîsandina wî tune bû lê li girtîgehê bi alîkariya hevalên xwe hîn bûn û piştre jî bi zaravayê Kurdî dimilî dest bi nivîsandinê kir. Pirtûka helbestan a bi dimilî ya Sutpak a “Jûtenya” di sala 2016’an de ji hêla Weşanên Aramê ve hate weşandin. Sutpak piştî tehliyeya xwe hate cem malbata xwe ya li Sêweregê ya Rihayê. Sutpak, niha jî ji bo çapkirina pirtûkên xwe yên di girtîgehê de nivîsandî haziriyê dike. 

Vîn û israrara ji bo zimanê dayikê

Di berdewamê de Sutpak da zanîn ku girtiyan girtîgeh veguherandine qadên perwerdeyê û wiha pê de çû: “Gelek hevalên me dema li girtîgehê dihatin gel me, qet bi Kurdî nedizanîn. Ev birînek e. Tekane rêya dermankirina vê birînê jî hînkirina kurdî ye û me jî wisa kir. Di demên dawî de hinek hevalên me yên ku bi yek tîpa kurdî nedizanîn, nedikariyan binivîsin û bixwînin, hatin astekî wisa ku pirtûkan binivîsin. Ev yek wisa bi hêsanî çênebû. Ev, encama berxwedanê bû. Dema ez jî ketim girtîgehê min tenê dibistana seretayî xwendibû. Min bi xwe jî nedizanî tiştên dinivîsand bixwînim. Min kêmasiya xwe ya di mijara nivîsandina bi zimanê dayikê de tespît kir û xebitîm. Di dawiyê de jî min pirtûk nivîsand.” 

Serpêhatiya helbestên ‘Jûtenya’yê

Sutpak, da zanîn ku wî girtîgeh ji bo nivîsandina bi zimanê dayikê bi kar aniye û got: “Her çend hêj nehatibin çapkirin jî, min gelek pirtûk nivîsandin.” Sutpak, pêvajoya nivîsandina “Jûtenya”yê jî wiha vegot: “Cenazeyên me dibirin morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Ev morg, morga kurdan e. Cenazeyên me li wir didan sekinandin û nedidan malbatan. Dayik, bi rojan li wir dihatin sekinandin. Rojekê min hevpeyvîna dayikan a di rojnameyê de xwend. Dayikekê digot; ‘Li morgê zarokên me hene. Em dixwazin cenazeyên xwe bigirin lê bi me dikenin.’ Wê demê 13 hevalan jiyana xwe ji dest dabûn û anîbûn Meletiyê. Dayika wê digot ‘Ew yekê tenê bû.’ Bi dimilî jî tê wateya ‘Jûtenya’. Min ev berhem ji bo wan jinên berxwedêr nivîsand. Di berhema Jûtenyayê de navên hemû berxwedêrên jiyana xwe ji dest dayin hene. Wêjeya kurdî deryayeke ku hêj derneketiye holê. Wêjeya Kurdî ji asîman mezintir û bêdawîtir e.”

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.