Hîlala Zêrîn li Rojava çandê diparêze

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Çile 2023 - 04:37

MEDYA UREN/JINNEWS/AMED

 

Rêvebira Tevgera Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Hilala Zêrîn, Fewaz Muhamed got, "Jin li Hilala Zêrîn xwe bi rê xistin dikin û li dijî êrişên dagirkeriyê dibin çeka herî bi hêz." 

Kevana Zêrîn, sala 2016’an fermî bû û sala 2020’an bi çêkirina kongreya xwe ya diduyan re bi navê Tevgera Hilala Zêrîn li 4 Kantonên Rojavayê Kurdistanê navendên xwe ava kirin. Li her bajarî ji bo parastina çandên Mezopotamyayê pêşengtiyê dike. Derbarê çanda Suryanî, Ereb, Kurd, Ermen, Êzidî û wekî din de xebatên berfireh didin meşandin û berhemên wan dibin destketiyên Mezopotamyayê. 

Xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn her çiqasî di rojên taybet ên weke 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û wekî din de derketibin pêş jî li dijî mijarên jiyanî û bi taybetî li dijî êrişên li ser çar parçeyên Kurdistanê de di warê hunerî de pêşengtî kirin. Bi taybetî di nava salekê de li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan jî xebatên weke “pêşengeha wêneyên rêbertiyê” û wekî din xebatên hunerî hatin meşandin. Şevbihêrk hatin lidarxisitn, 6 şahî ji bo zarokan hatin amadekirin û 3 jî li kolanan pêk hatin. Tevgerê 4 klîp amade kirin û 2 ji wan ji bo jinan û 2 jî ji bo zarokan bûn. Stranek li ser asayîşa jinê hat tomarkirin û ji bo zarokên Minbicê jî stranek hate tomarkirin. 

Derbarê Tevgera Hilala Zêrîn de Rêvebira Tevgera Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Hîlala Zêrîn, Fewaz Muhemed axivî.

 

Li 4 kantonan navendên çandê vebûn

Fewaz Muhemed, Hîlala Zêrîn wiha da nasîn: “Çand nasname û hebûna civakê ye. Bi şoreşê re ya ku weke şoreşa jinê ya li Rojava tê nasîn, êdî di warê çandê de jî gavên mezin hatin avêtin. Li ser çar parçe kantonan û bajarên Efrîn, Heleb, Hesekê, Kobanê, Qamişlo û gelek cihên din, navendên çand û huner hatin vekirin. Di hemû beşên huner de xwebipêşxistinek bi lez pêk hat. Êdî di rojên taybet ên weke 8’ê Adarê, Newrozê û wekî din xwepêşandanên bi coş hatin pêşkêşkirin. Bi pêşengiya jinê, xebatên serketî bi pêş ketin. Sala 2016’an jî Tevgera Kevana Zêrîn hate vekirin û bi vê re xwebirêxistinkirinek çêbû. Di destpêkê de nav, Kevana Zêrîn bû.”

 

Da ku çanda resen her zindî bimîne

Fewaz Muhemed, têkildarî naveroka xebatên xwe de got, “Zarok siberoja civakê ne. Bi taybetî jî em di warê perwerdehî û bipêşxistina jinan de jî hewl didin. Ji bo li Rojava çanda resen a jinê zindî bê hiştin. Ji ber ku herî zêde zext û êrişên bişaftina çandî li ser kesayeta jinê pêk dihatin. Ya herî zêde li hemberî van zextan li ber xwe daye jî jin bi xwe ye. Sedema vekirina Kevana Zêrîn jî berdewamkirina çanda jina xwedawend bû. Di sala 2020’an de me konferansa xwe ya duyem li dar xist. Di konferansê de me navê wê guherand û kir Tevgera Hîlala Zêrîn. Ji ber ku em weke tevger ne tenê xebatên çanda Kurdî, xebatên giştî yên Mezopotamyayê diparêzin û li ser piyan dihêlin. Ji Suryaniyan heta bi Ereb, Kurd û çandên din di zik hev de, em dixebitin. Em bi çandê bihevrebûna xwe jî bi rêxistin dikin.”

 

Li hember êrîşan xwe bi rêxistin bikin

Fewaz Muhemed îşaret bi girîngiy birêxistinkirina çandê kir û got, “Pêwîst e em çanda xwe bi rêxistin bikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî çanda Kurdî êrişên giran hene. Dixwazin destketiyên me, rêûresmên me, dîroka me tine bikin. Yên ku ji vê re xizmetê dikin jî dijminê wan ên herî mezin in. Mînaka vê ya herî nêz jî êrişa li dijî avahiya Çandê ya Ahmet Kaya bû. Hewl didin ku bi vî rengî bişaftinê pêk bînin, dixwazin bi qetlîaman bi me paş de gavê bidin avêtin. Me ruxmê her tiştî çanda xwe parast. Lê belê divê li dijî êrişan her tim em xwe bi rêxistin bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.