Hîlala Zêrîn çandê bi pêş dixe

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Îlon 2021 - 05:07

EBÎR MUHEMED
JINHA/QAMIŞLO 

Sala 2016’an Tevgera Hîlala Zêrîn li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin. Sala 2017’an konferansa tevgerê ya yekê hat lidarxistin. Piştî konferansê, Tevgera Hîlala Zêrîn gavên serketî avêtin û xwe belavî herêmên mîna Hesekê, Kobanê û Şehbayê kir. Tevgera Hîlala Zêrîn li ser bingeha avakirin û pêşxistina çanda resen xebatê dike û bi hêza jinên ciwan vê çanda resen bi pêş dixe.

Zordariya Beesê derb li çandê xistin

Endama Koordînasyona tevgerê Fewaza Elî dibêje, “Ji ber zilm û zordariya Rejima Beesê çanda me gelek derb xwarin, lê îro em bi saya jinê, cardin li çanda dayika xwedawend vedigerin. Her wiha em çanda xwe hînî nifşên nû jî dikin da ku bi çand û hunerê dayikên xwe mezin bibin. Hîlala Zêrîn beşên mîna şano, muzîk, wênesazî û govendê bi rêxistin dike û di her beşê de nêzî 20 endaman cihê xwe digirin. Her wiha akademiya perwerdehiyê hatiye avakirin da ku zarokan hînî çanda wan bike. Em li gorî daxwaza zarokan wan hînî amûr û beşên din dikin."

Fewaza armanca Hîlala Zêrîn jî wiha rave kir: “Îro Hîlala Zêrîn gihîşt armanca xwe û li gorî pêwistiya her herêmê dewreyên perwerdê vedike. Hîlala Zêrîn ji bo zindîkirina çandê çalakiyên mîna mihrîcana zarokan a hunerî, mihrîcana jinên ciwan û hefteya hunerî di nava civakê de li dar dixîne.”

Endama Hîlala Zêrîn, Şevîn Xelîl di beşa şanoyê de cihê xwe digire. Ew dibêje, "Ev nêzî pênc salan e ku ez kar û xebatê di beşa şanoyê ya Hîlala Zêrîn de dimeşînim. Paşê koma teatrê ya Sarya Baran hate avakirin û min cihê xwe di nava teatrê de jî girt. Ji bo min Tevgera Hîlala Zêrîn pirr pîroz e, ji ber ku em li vir çanda xwe hîn dibin. Ez bi hêvî me ku jinên ciwan rastiya çandê binasin û enerjiya xwe ya zelal û paqij bi riya çandê derxînin holê."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.