- Hikumeta PDK´ê ya li Hewlêrê, bi daxuyaniyekê ragihand ku zêdetirî 4 tirilyon dînarê wan li welatiyan hene û heya niha hemû nehatiye wergirtin.
Hikumeta PDK´ê ya li Hewlêrê, bi daxuyaniyekê ragihand ku zêdetirî 4 tirilyon dînarê wan li welatiyan hene û heya niha hemû nehatiye wergirtin.
Di heman demê de bi giştî zêdetirî 13 tirilyon dînar deynê karmendan jî li heman hikûmetê heye. Lê niha hikûmet behsa deynên xwe yê li welatiyan dike.
Fermangeha Medya û Zanyariyê ya hikûmeta Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Herêma Kurdistanê 231 hezar û 476 kesan deyn ji hikumetê stendiye. Hikûmetê di dewamê de got, bi gitşî 4 tirilyon dînarê hikumetê li gel welatiyan e û heta niha kêmtirî 2 tiriliyon dînarî li xezîneya hikûmetê hatiye wergerandin.
Herçî berîka welatiyan e, hîna hikûmetê bêhtirî 13 trîlyonan, lê venegerandiye. Lê zêde jî serê xwe bi vê naêşîne.
HEWLÊR