• Desteyê her wiha destnîşan kir ku wan kariye nêzîkî 2 trilyon dînarên bi gendeliyê hatine dizîn, vegerînin xezîneya Hikûmetê.

Desteya Destpakiyê ya Iraqê ragihand ku di lêkolînan de eşkere bû ku têkiliya 280 wezîr û payebilindên taybet bi gendeliyê re heye û biryara kirina nezaretê ya 61´an ji wan kesan hatiye dayên. Desteyê her wiha destnîşan kir ku wan kariye nêzîkî 2 trilyon dînarên bi gendeliyê hatine dizîn, vegerînin xezîneya Hikûmetê.

Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakiyê ya Iraqê li ser dosyeya gendeliyê ragihandî, têkiliya 280 wezîr û rêveberên giştî û payebilindên taybet bi gendeliyê re heye û biryar hatiye dayîn ku ji wan 61 kes bên girtin ji bo lêpirsînê. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Me kariye nêzîkî trilyonek û 770 milyar dînarên Iraqê ku di encama gendeliyê de hatine xerckirin, vegerînin xezîneya Hikûmetê.”

Rêveberê lêkolînê yê Desteya Destpakiyê ya Iraqê Kerîm Bedir got, “Di şeş mehên bihurî de wan 34 hezar gilî li ser dosyaya gendeliyê qeyd kirine. Ji van 7 hezar û 739 kes bi gendeliyê tên sucdarkirin. Ji van 39 wezîr û cihgirên wezîran in yên ku bi gendeliyê tên sucdarkirin.”

BEXDA