Parlementerê YNK’ê Zikrî Zêbarî diyar kir ku divê hukûmet li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekine û got: “Kurdistan bi xwîna hezaran şehîdan hate rizgarkirin. Divê Tirkiye derkeve.”
Parlementerê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî yê li Parlementoya Herêma Kurdistanê li ser rojeva budçeyê axivî û qala dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê kir û bi taybetî nerazîbûna xwe ji bêdengiya hukûmetê ya li hemberî dagirkeriyê anî ziman. Balkêş bû, seroka parlementê ew hişyar kir û jê xwest tenê li ser budçeyê biaxive.
Zêbarî got: “Demek dirêj e, leşkerên Tirk her roj erdnîgariya Kurdistanê bombe dikin, nêzî 50 roj in êrişî herêma Kurdistanê dike. Gundan vala dikin, mirovan şehîd dixin. Hikûmeta Kurdistanê ya Federal li ber vê bêdeng e. Divê hikûmet li ber van êrîşan rabe. Bêdengî nabe.” Li ser van gotinên Zêbarî seroka parlementoyê kete navbera axaftina wî û got: “Birêz Zêbarî qala muçe bike, mûç e.”
Zêbarî got: “Îro ji bo gelê Kurdistanê ya Federal ji mûce zêdetir pirsgirêkek mezin heye. Tirkiye li herêmê 70 navend ava kirine. Divê tavilê dewleta Tirk ji herêmên Kurdistana Federal derkeve. Kurdistan bi xwîna bi hezaran şehîdî hatiye azadkirin. Ji bo wê tavilê divê Tirkiye derkeve.”
NAVENDA NÛÇEYAN