Hêzên Tirkmen û Ereb fitnê dikin

Çarşem 30 Kanûn 2020 - 16:24

Li Kerkûkê ji derveyî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hemû partiyên Kurd li hev civiyan

Li baregeha Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji derveyî PDK’ê, partî û aliyên siyasî yên Kurd hemû civiyan.

Piştî civînê Berpirsê Şaxê 2 yê Malbenda YNK´ê ya Kerkûkê, Mihemed Osman di civîna çapemeniyê de got; "Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê piştrast kirin ku ew bi jiyana bi hev re ya pêkhateyên bajêrê Kerkûkê re ne. Lê, aliyên Ereb û Tirkmen hewla têkdana rewşa bajêr didin.”

Mihemed Osman daxwaz ji hersê serokatiyên Iraqê kir da ku li ser rewşa Kerkûkê bersiva wan bide û wiha domand; "Aliyên Ereb û Tirkmen di hilbijartinê de ji qebareya xwe ditirsin. Lewma daxwaza guhertina Rêveberê Şaxê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Kerkûkê dikin. Esas, wan hêzek mezin nîne. Xwe mezin nîşan didin. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê li Kerkûkê 118 wezîfeyên girîng ji Kurdan hatine standin. Niha wezîfên herî bêqîmet ên Kurdan in. Tirkmen û Ereb dixwazin van wezîfeyan jî ji wan bistînin."

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.