‘Hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê derxîne’

Sêşem 17 Tebax 2021 - 23:55

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamena Iraqê Bedir El-Ziyadî, da zanîn ku hêzên Tirkiyeyê li Iraqê dibin sedema pirdgirêkên ewlekariyê, lewma pêwîst e Hikûmeta Iraqê tavilê van hêzan ji ser axa Iraqê derxîne.

Bedir El-Ziyadî derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê û hebûna hêzên Tirk ên li herêmê de ji ajansa Bexdad El-Yewm re axivî.

Bedir El-Ziyadî destnîşan kir ku hebûna hêzên Tirkiyê yên li ser axa Iraqê dibin sedema pirsgirêkên ewlekarî û aramiyê û got: “Hêzên Tirkiyeyê li bajarên bakûrê Iraqê dibin sedema pirsgirêkên aramiyê. Hêzên Tirkiyeyê roj bi roj li nava xaka Iraqê zêdetir dibin û dagirkeriya wan berfirehtir dibe. Ev jî metirsiyê zêde dike.”

Bedir El-Ziyadî bi bîr xist ku pêkanînên Tirkiyeyê li dijî qanûnên Iraq û yên navneteweyî ne, ev jî nîşan dide ku dagirkeriyeke eşkere heye, lewma divê li dijî wan tevdîr werin girtin. Bedir El-Ziyadî ji Hikûmeta Iraqê xwest ku tavilê hêzên dewleta Tirk ji ser axa Iraqê derxîne: “Hikûmet çawa ku bi Emerîkayê re hevdîtin kirin da ku hêzên xwe derxîne, pêwîst e bi heman rengî li gel Tirkiyeyê jî biaxive û hêzên wan derxîne."

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.