Hêzên Kazimî ji Tirkan re kar dikin

Yekşem 3 Nîsan 2022 - 22:18

  • A rtêşa Iraqê gef li Erebên Şengalê xwarin da ku li ber dîwarê tecîrdkirina Şengalê ranebin! 

A rtêşa Iraqê gef li Erebên Şengalê xwarin da ku li ber dîwarê tecîrdkirina Şengalê ranebin! 

Hate zanîn ku leşkerên Iraqê avêtine ser gelek gundên Ereban ên li Şengalê û gef li gundiyan xwarine da ku li ber lêkirina dîwarê di navbera Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de ranebin. 

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Hikûmeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Bi taybetî Iraq dixwaze ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.

Di 13'ê Adarê de li dijî hewldana hikûmeta Mistefa Kazimî ya danîna sînorekî di navbera civaka Êzîdî û Ereban de, şêniyên Ereb û Êzîdî meşiyabûn û hewldana artêşa Iraqê şermezar kiribûn. Piştî vê meşê zextên hikûmeta Iraqê li ser xelkê Ereb, zêde bûn.

Gef li Ereban xwarin

Piştî 15'ê Adarê, hêzên ser bi lîwaya 18’an ya Pasewanên Sînor ku girêdayî serokwezîrê Iraqê ne, bi ser gelek malên gundên Hesawîk, Bîrcarî û Tilmişrif de girtine. Ev gund ser bi navçeya Sinûnê ne û bi qasî 3 kîlometreyan ji sînorê Rojava û Şengalê dûr in.

Hate ragihandin, ku di serdegirtina malan de hêzên Kazimî gef li gundiyan xwarine da ku ji ragihandinê re neaxivin û behsa serdegirtina malan nekin. Hêzên Kazimî sedema serdegirtina malan jî bi hinceta lêgerîna çekan ve girêdane.

Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê her wiha gef li gundiyan xwarine ku êdî Ereb tevlî meşên li dijî çêkirina dîwar nebin û careke din jî tevlî çalakiyên cuda nebin. Tê gotin Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê jî telefonî xelkê li herêmê dikin da ku êdî tevlî çalakiyan nebin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.