Hêzên Îranê 5 ciwan girtin

Sêşem 5 Nîsan 2022 - 22:27

  • Polês û zabite zextan dikin li stranbêjên li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê stranên bi Kurdî dibêjin. 

Polês û zabite zextan dikin li stranbêjên li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê stranên bi Kurdî dibêjin. ev stranbêj dibêjin, amûrên wan jî tên desteserkirin û cezayê pereyan li wan tê birrîn. 

Hêzên rejîma Îranê dawiya hefteya bihurî (3´yê Nîsanê), 5 welatiyên Kurd ên ciwan kirin nezaretê. Kesên hatine girtin ev in: “Perîsa Spahî” ya 17 salî ya ji Mehabadê, “Kewyar Elyasî” ya 18 salî ya ji Mehabadê, “Êrfan Zulfîniya” yê 18 salî yê ji Seqizê, “Yûsif Heşretî” yê 22 salî yê ji Pîranşehrê û “Mensûr Kanîreş” ê 32 salî yê ji Pîranşarê.

Hêzên rejîma Îranê bêyî ku belgeyên qanûnî hebin ev her pênc ciwanên Kurd nêzîkî gundê “Karxaneqend” ê ser bi Pîranşehrê kirin nezaretê. Piştî wê jî her opêşnc ciwan veguheztin navenda îstîxbarata rejîmê ya li Pîranşehrê. Ti sedemên girtina van ciwanan heta amadekirina nûçeya me jî nehatibû eşkerekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.