‘Hêza’ ji Brezîlyayê jî xelat wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Brezîlyayê ku îsal cara şeşan tê lidarxistin, Xelata Belgefilma Herî Baş dan Belgefilma Hêza.

Li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Brezîlyayê ku îsal cara şeşan tê lidarxistin, Xelata Belgefilma Herî Baş dan Belgefilma Hêza.

Di festîvalê de ku ji ber şewba Covîdê bi rengê online hate lidarxistin, belgefilma Hêza ya Derya Denîz û Project S a Dîrk Anton û Davîd Elîsar hêjayî Xelata Belgefilma Herî Baş hatin dîtin. Di festîvalê ku 176 film û belgefilm hatin nîşandan. Yek ji festîvalên naskirî yên Latîn Emerîkayê ye.

Belgefilma Hêza beriya niha li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Boden a Swêdê xelata belgefilma herî baş, li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Drûk ku li Bhûtan a li Başûrê Asyayê hate lidarxistin, xelata serketina mezin, li Festîvala Filman a Film in Focus a li Romanyayê xelata belgefilma herî baş, li Festîvala Filmên Jinê ya Serbixwe ya li Emerîkayê jî xelata belgefilma herî baş wergirtibû.

Hêza, xelata belgefilma herî baş a li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Brezîlyayê jî di nav de heta niha 5 xelat wergirtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.