- Belgefilma derhêner Derya Denîz “Hêza” li Festîvala Filman a Navneteweyî ya “Film in Focus” a 4’an hêjayî xelatê hate dîtin.
Belgefilma derhêner Derya Denîz “Hêza” li Festîvala Filman a Navneteweyî ya “Film in Focus” a 4’an hêjayî xelatê hate dîtin.
Belgefilma Hêza, beriya niha li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Boden a Swêdê xelata belgefilma herî baş, li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Drûkê ku li Bhûtan a li Başûrê Asyayê, xelata serketinê, li Festîvala Xelatên Filman a Jinê ya Serbixwe ya Los Angelesê jî xelata belgefilma herî baş wergirtibû.
Bi xelata li Festîvala “Film in Focus” re Hêza xelata 4’an a belgefilma herî baş digire. Derhêner Derya Denîz got, ew van xelatan hemûyan diyarî gelê Kurd, Êzîdiyan û bi taybetî jî jinên Şengalê dike yên ku di rojên zor û zehmet de her tim li ber xwe didin.
Belgefilma Hêza wê Tîrmeh û Tebaxê jî li Îtalya, Portekîz, Elmanya, Îsraîl, DYE û Ingilistanê li festîvalên navneteweyî bê nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN