‘Hêza’ bû belgefilma herî baş

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Nîsan 2022 - 22:24

  • Belgefilma ku muzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye amadekirin, montaj û wênegirtina wê jî ji aliyê Şaristan Mahîr, Aza Boran, Afat Baz û Îbrahîm Sedî ve hatiye kirin.

Belgefilma bi Hêza ya bi derhêneriya Derya Deniz, di beşa belgefilman a Festîfala Filman a Boden a Navnetewî ya li Swêdê de weke belgefilma herî baş hat hilbijartin û hêjayî xelatê hat dîtin. 

Belgefilma ku muzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye amadekirin, montaj û wênegirtina wê jî ji aliyê Şaristan Mahîr, Aza Boran, Afat Baz û Îbrahîm Sedî ve hatiye kirin. Dîmenê belgefilma Hêza ya ku amadekariya wê di nava salekê de qediya, li erdnîgariya Reqa, bakur û rojhilatê Suriyeyê û Şengalê hatiye berhevkirin.

Belgefilma “Hêza” çîroka jineke Êzîdî ye, ya ku 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê li gel 24 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin. Çeteyên DAIŞ’ê Hêza dibin Reqayê û li wê derê çete gelek kirinên xirab lê dikin. Gelek caran hewla întîharê dide, lê namire. Ew piştre li Reqayê bi rêya malbateke Kurd xwe rizgar dike.

Di sala 2015’an de careke din tê Şengalê. Piştî ku Hêza rizgar dibe, ji bo rizgariya jinên din ên dîlgirtî, dikeve nava tevgerê. Ew hewl û tevger wê ber bi Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ve dibe, ji vê hêzê bi dil bawer dike û hemû hêza xwe dide xebatê.

Li Şengalê dibe fermandareke YJŞ’ê û ji bo tolhildana jinên Êzîdî di sala 2016’an de wek fermandara YJŞ’ê diçe Reqayê û tevlî operasyona paqijkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştî xîlafeta DAIŞ’ê li Reqayê tê hilweşandin, diçe serdana wê malbata Kurd a ku di dema DAIŞ’ê de alîkariya wê kiribû.

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.