Hêza bonsaiyan û porselenên qirofekî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Cotmeh 2023 - 00:35

Patrick Bergsma ji bo hêza daran û xwezayê nîşan bide du malzemeyan bi kar tîne porselen û darên bonsaî. Ew li Hollondayê dijî û bi van peykerên dînamîk dîroka malzemeyê porselen jî dinirxîne. Peykerên wî têra xwe balkêş in. Wî darên hişk ên bonsaî di nav porselenan de bi cih kirine û ev darên bonsaî bi hêza xwe porselenan dişikînin. Çawa ku hin dar di keviya hin keviran de derdikevin û dikarin bi salan li wir bijîn, helbet heger insan destên xwe nedin wan.

Patrick Bergsma ji tiştên entîke hez dike û vê hezkirina wî kiriye ku bala xwe bibe ser peykerên bi vî rengî yan jî malzemeyekî weke porselenê. Wî navê “Expanding China” li van peykerên xwe kiriye û di vê çarçoveyê de gelek peyker çêkirine. 

Patrick Bergsma got; “Giravên piçûk ên li ser porselenên Elmanî, bala min pirr kişandibûn, ji xwe Elman jî di bin tesîra dekorasyonên Asyayî de mabûn. Dema min li van dekorasyonan dinihêrî, weke ku di xewnekê de bim. Min jî bi awayekî nûjen ev xewnên xwe nirxandin û ev peykerên hanê çêkirin. Rûyê porselenan ên dibiriqin, tevî bonsaîyan kontrasteke xweş ava kirine.” 

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.