Heywan jî difikirin!

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Tebax 2022 - 21:39

  • Nichola Theakston ji têkiliya di navbera insan û heywanan de îlhamê digire û gelek peykerên heywanên ku weke insanan difikirin, çêkirine.

Nichola Theakston ji têkiliya di navbera insan û heywanan de îlhamê digire û gelek peykerên heywanên ku weke insanan difikirin, çêkirine. Li gorî baweriya Theakston di navbera insan û heywanan de bi awayekî fizîkî, hestî û ruhî têkiliyek heye û wê jî xwestiye van hestan bi saya peykeran derxe holê. Di nav peykerên wê de kîvroşk, meymûn, çêlek, rûvî, gur û gelek heywanên din hene ku weke insanan difikirin.

Nichola Theakston ji bo van peykeran çêke li ser tevgerên hewyanan gelekî sekiniye û ew şopandine. Çavdêriyên wê yên xurt di peykerên wê de diyar in. Hin ji van peykerên wê ku çavên wan girtî ne û li tiştekî diramin, pirr xweşik hatine sêwirandin. Hin peykerên wê jî bi çavên vekirî li me dinihêrin. Theakston ji bo karibe van hestan derbixe holê li ser têgeha “nihêrîn”ê dirame û dibêje perwerdeya min a di warê nihêrînê de hunerê min xurttir kiriye.

Theakston van peykerên xwe pêşî bi kîlê çêdike û paşê jî weke bronz temam dike. 

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.