Ji serokên berê yên Heyva Sor a Kurdistanê, Îpek Demîrkaya li bajarê Elmanyayê Darmstadtê 9´ê Çile koça dawî kir. Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) sersaxî ji malbata Îpek Demîrkaya û gelê Kurd re xwest. 

Îpek Demîrkaya sala 1937’an Kureciga ser bi Axca ya Meletiyê ji dayik bûbû û sala 1964'an de wek karker koçî Elmanyayê kiribû.

Îpek Demîrkaya ji bo xwedîderketina li kesên mexdûr û hewcedar tevlî xebatên HSK´ê bûbû û di salên 1997-98'an de rêveberiya saziyê kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN