Saziya Alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê ya li Elmanyayê kongreya xwe ya 30’emîn li bajarê Troîsdorfê bi tevlîbûna xebatkar, endam û mêvanan pêk anî.

Di destpêka kongreyê de Serokê Heyva Sor Dr. Rojvan Bîlgîn axivî û got: "Em îro Kongreya 30’an a Heyva Sor a Kurdistanê lidar dixin. Em hêvîdarin ku di vê kongrê de encamên serkeftî derkevin holê û ji bo kesên mexdûr û xîzan zêdetir xebatên alîkariyê were kirin.

 

Yekane saziya alîkariyê ye

Heyva Sor a Kurdistanê yekane saziya alîkariyê ye ku ji bo her deverên Kurdistanê 30 salên bê navber ji bo kesên mexdûr û muhtaç xebatên alîkariyê dike. Di navbera Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr de tu cûdahiyê nabîne û li kîjan devera Kurdistanê pêwistîya alîkariyê hebe ji bo wê deverê alîkariyê xwe dişîne.

 

Divê em li ber erkên xwe yên giran rabin

Saziya me her sal diçe xebatên xwe yên alîkariyê ve mezin dibe. Lê belê li Kurdistanê, ji ber êrîşên dewletên dagirker, ji ber şer, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan, bi milyonan mirov ji bo li ser piyan bimînin, li berxwe didin. Her sal hejmara mexdûran zêdetir dibe. Divê em wek saziya alikariyê ji ber vê rewşa giran bi erka xwe rabin û hemû cûreyên xebatên xwe zêdetir xurt bikin, da ku em bikaribin pêwistiyên hemû kesên mexdûr û muhtac bicîhbînin.“

 

Rêveberiya nû hate hilbijartin

Piştî axaftinê, dîwana Kongreyê hat hilbijartin. Peyamên mêvan û saziyan hatin girtin. 

Delegeyan raporên xebat û maliyê erê kirin û soz dan ku ew ê demên pêş hê zêdetir ji bo kesên mexdûr li Kurdistanê xebatên alîkariyê bikin.

Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû hate hilbijartin û kongre bi guhdarkirina muzîkê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN