EHMED EL ESAF/ANHA/REQA

 

Dorpêça hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike. Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û alîkarî bikevin herêmê. Xelkê wan herêman bi taybet piştî erdheja 6`ê Sibatê, di nava şert û mercên dijwar de jiyan dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rêbazan hewl dide ku alîkariyan bigihîne xelkê wan herêman, lê belê hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dike.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem El Îbrahîm têkildarî mijarê axivî, destnîşan kir ku rewşa mirovî li herêmên dorpêçkirî zehmet e û got:“Her kes dizane ku li Şehbayê kampên koçberan hene, dorpêç êşa koçberan girantir dike. Rewşa li Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd trajîk e. Derdê hikumeta Şamê tenê parastina destilatdariya xwe ye.”

 

Rejîm alîkariyê asteng dike

Meryem da zanîn ku Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên kêm amade ye piştgiriyê bide van herêman û got;“Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan tê astengkirin. Rêveberiya Xweser hewldanên xwe ji bo rakirina dorpêçê didomîne.”

Meryem bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku rewşa wan herêman bibîne û şandeyeke navneteweyî bişîne wir da ku rewşa ji ber siyaseta hikumeta Şamê tên jiyankirin, bişopînin û binirxînin.