- Di rûniştina pêşî a doza şehîdkirina Deniz Poyraz de qatil rehet bû heqaret li malbatê kirin. Heyeta dadgehê jî hewl da parêzeran asteng bike, gava ku wan xwest bûyer bê rohnîkirin. Parêzeran got, dozgerî û polês hevparên sûc in.
Doh rûniştina doza kuştina Denîz Poyrazê bû li bajarê Tirkiyeyê Izmîrê. Heyeta dadgehê hem di biryar û hem jî di helwêstên xwe de alîgiriya xwe veneşart. Hem ji halê kujer fêm kir û hem jî hewl da parêzerên ku lêpirsîna kêm rexne bikin, asteng bike.
Danişîna pêşî ya doza derbarê kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Izmîrê doh pêk hat. Bi sedan hevserok, hevberdevk, serok, nûnerên rêxistinên siyasî û saziyên civaka sivîl ji bo piştevaniya HDP´ê û malbata Poyraz çûn Edliyeyê û xwestin hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin. Ji ber ku hola rûniştinê ne amade bû, rûniştinê dereng dest pê kir û bi sedan parêzer û kes hatin sekinandin.
Dem bi dem di navbera polîs û parêzerên dixwestin bikevin hundir de nîqaş derketin.
Dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehîme û Abdulîlah Poyraz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û bi sedan nûnerên saziyan, dozê dişopînin.
Ji ber ku hol piçûk bû, gelek kes û parêzeran negirtin nava holê.
Rûniştinê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Derbarê kujer Gencer de ji sûcên “kuştina bi qest a bi sêwirandî”, “binpêkirina destnedayîna kargehê” û “zirar daye mal û milkê partiya siyasî” doz hatiye vekirin û ji bo kujer doza cezayê girankirî yê heta hetayê û 7 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Polêsên çekdar û kamerayên wan
Gava nasname dihat tesbîtkirin, polêsekî dîmenên kesên li holê digirt. Ev yek bû sedema nerazîbûna parêzeran. Li ser vê, vîdeoya qeydkirî hat jê birin.
Hêj tespîta nasnameyê didomiya, leşkeran kujer Gencer bire daşirê. Kujer bi muştekiyên li qismê pêş rûniştî, keniya û ev bû sedema nerazîbûnê.
Haziran got, “Çima tu ewqasî rehet î qatil. Kujer dê hesab bidin gel”.
Wekî din parêzeran û haziran qebûl nekir ku polês û cendermeyên bi sîleh li hola rûniştinê hebin. Tevî daxwaza parêzeran jî nasnameya van cenderme û polêsan nehat tesbîtkirin, lê ji hola rûniştinê hatin derxistin.
Buldan: Heyet alîgir e
Hevseroka Giştî ya HDP´ê Pervîn Buldanê jî ji helwêstên alîgir ên heyeta dadgehê nerazîbûn nîşan da û ji heyetê re got, “Ev zilam qatil e, li Minbicê hat perwerdekirin.”
Parêzerên malbatê û HDP´ê gotin, ji serî ve lêpirsêna dozgeriyê kêm hatiye birêvebirin, lê heyeta dadgehê ji wan xwest ku meseleyê kurt bibirrin.
Parêzeran israr kir û xwest lêpirsîna kêm bi hewldanên wan bê temamkirin.
Qatil heqaret li malbata Poyraz kir
Gava dadgehê navber da rûniştinê, qatil heqaret li xwişka Deniz Poyrazê, Ayşe Poyraz kir û xwest êrîş bike. Li ser nerazîbûna haziran, Cenderme û polêsan bi lez û bez qatil ji holê derxist.
Piştî navberê, ji parêzeran Turkan Arslan Agaç got, “Ev sûcekî nefretê ye. Di dosyayê de dozgeriyê ti şirove nekiriye. Ev cînayeteke birêxistinkirî ya siyasî ye.”
Parêzer Îmdat Ataş jî got, “Bi israr li ser siheta eqlî a tohmetbar pirs jê kirine; ev hewldana wê yekê ye ku tohmetbar ji sûc azad bikin.”
Li otelên luks bi polêsan re
Parêzer Îmdat Ataş wekî din got, tohmetbar bi polêsê li Midûriyeta Polêsan a Enqerê Oytun Yuksel re gelek caran çûye otelên germavan, lê dozgeriyê tevî ku têkiliya vî polêsî dikare bi bûyerê re hebe jî ew nexistiye nava lêpirsînê.
Ataş wekî din got, lêkolîna hesabê înstagramê, lêpirsîna kesên piştgirî di ser înternetê de dan qatil jî kêm e. Parêzer da zanîn ku dozgeriyê lêkolîna kesên bi telefonê bi qatil re peyivîne jî nekiriye.
Parêzer Imdat Ataş di dawiyê de got, dozger li şûna bûyerê rohnî bike, ew di tariyê de hiştiye. Wî dozgerî û polês jî weke hevparên sûc bi nav kirin.
Rûniştin piştre hat taloqkirin û wê 24´ê Çileyê 2022´yan dewam bike.
IZMÎR